Gelê Agiriyê: Tu sedemên em bêjin ‘Erê’ tune ne

AGIRÎ - Gelê Agiriyê diyar kirin ku ew ê di referanduma di OHAL’ê de pêk tê de bêjin “Na” û wiha gotin: “Ji bo em bêjin ‘Erê’ tu sedemên me tune ne.”

Gelê Agiriyê diyar kir ku ew ê di referanduma ku dê di OHAL’ê de pêk bê de bêjin “Na” û ji bo ew bêjin ‘Erê’ tu sedemek wan tune ne. Welatiya bi navê Hasîbe Çarbag, da zanîn ku piştî raperîna Agiriyê li bajar her tim OHAL hebûye û wiha got: “Ji wan rojan heta niha tiştek ne hatiye guhertin. Me her tim xwe di bin zextan de hîs kir. Destûr nedan ku em serê xwe jî rakin. Kesên xwestin bi axivîn jî hatin binçavkirin. Hemû hevalên me niha di girtîgehê de ne. Em ê ji bo aştî û biratiyê di referandumê de bêjin ‘Na’. Em êdî ji mirinan westiyan. Em aştî û biratiyê dixwazi.”

‘JI BO EZ BI ZIMANÊ DAYÎKA XWE BIAXIVIM EZ Ê BÊJIN NA’

Çarbag, anî ziman ku destûr nayê dayîn ku mirov bi zimanê dayîka xwe biaxivin û wiha pêde çû: “Ji bo ez bi zimanê dayîka xwe biaxivim êz bêjim Na. Ligel hemû zextan jî me zimanê xwe kurdî nîşanî zarokên xwe da. Lê zarokên me dîsan li dibistanan bi ferzkirina tirkî re rû bi rû ne. Dema ez pirsa dersen wan ji mamosteyan dikim dibêjin xirabin. Wê xirab bin jî mafê zarokên me jî heye bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Ji ber wê dê di sindoqê de bersiva min Na be.”

‘JI BO BÊJIN ERÊ TU SEDEMÊN MIN TUNE NE’

Welatiyê bi navê Yilmaz Dursun, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ji bo bêje ‘Erê’ tu sedemên wî tune ne û wiha domand: “Kesên ku ev 15 salin hemû îmkan di destê wan de bûn ji bo demokrasiye tiştek ne kirin. Bi salane me hizur ne dîtiye. Em ê bêjin Na.”

‘JI BO WELATEK DEMOKRATÎK NA’


Welatiyê bi navê Hîkmet Yilmaz jî wiha axivî: “Ji bo welatek demokratîk em ê bêjin Na. Ji bo rabûna Tirkiyeyê û bi hêzbûna wê ev pêwîste. Ez ji rewşa heyî re dibêjim na. Divê komara Tirkiyeyê bibe komarek demokratîk. Me mînakên yek mirovî dîtin. Em rejîmên dîktatorên wekî Beşar Esad, Saddam Huseyîn û Kaddafî jî dîtin.”