Dayikên Êzîdxanê: Pêwîstiya me bi hêzên derve tune

ŞENGAL - Dayikên Êzîdxanê yên ku li dijî êrîşa pêşmergeyên PDK’ê meşiyan diyar kirin ku pêwîstiya wan bi hêzên derve tune û wiha gotin: “Hêza me YBŞ/YJŞ ye. Pêdiviya me bi hêzên derve tune."

Pêşmergeyên KDP'ê di 03'ê Adarê de bi çekên giran êrîşî Şengalê kiribûn. Piştre Yekîtiyê Parastina şengalê bersîv dan û destûr nedan ku têkevin herema Şengalê. Bi dehan dayikên Êzîdxanê li dijî êrîşên çekdarên PDK’ê yên ku bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ dest bi meşê kirin. Dayikan diyar kir ku ew naxwazin PDK’e wan biparêzin û wiha gotin: “Ji derveyî YBŞ/YJŞ’ê û HPG/YJA-STAR’ê em tu hêzên din naxwazin. Em daxwazin kesên derve bên me bi parêzin. Yên heta niha em parastine YBŞ/YBJ û HPG YJA-STAR e.