Di erdhejê de konûtên bi destê dewletê hatin avakirin xera bûn

SEMSÛR - Konûtê welatiyên Semsatê yên di sala 1998'an de piştî malê wan di bin bendavê de hatin hiştin û bi destê dewletê hatin avakirin, di erdheja 2'ê Adarê de pêk hat hilweşiyan. Welatiyên Semsatê diyar kirin ku dewletê konût li ser rantê ava kiribûn û ji ber vê yekê xera bûn.

Di 2'ê adarê de erdheja hêza wê 5.8 pêk bû navenda wê navçeya Semsatê ya Semsûrê bû pêk hat. Di erdhejê de li 4 taxan û 16 gundan xanî xera bûn û êdî mirov nikare di wan xaniyan de bijîn. Herî zêde konûtên ku dewletê ji bo welatiyên malên wan di bin bendavê de mabûn û ji wan re ava kiribûn xera bûn. Navçeya Semsatê ya dîrokî di sala 1998'an de di bin bendava Ataturk de mabû. Piştî Semsata berê di bin avê de ma, li jora avê li Rojavayê Semsûrê Semsata Nû hat avakirin. Dewletê ji bo welatiyên xaniyê wan di bin avê de maye konût avakirin. Di erdhejê de 30 kes birîndar bûn. Balkêşe hemû kesên di erdhejê de birîndar bûne jî kesên di konûtên dewletê çêkirine de birîndar bûne.

KONÛT LI GORÎ BINGEHÊ NEHATIN AVAKIRIN

Şêniyên Semsatê diyar kirin ku konûtên hatin avakirin li gorî ax û bingehê nehatin avakirin û konût li ser rantê hatin avakirin. Welatiyan diyar kirin ku li gel endestayaran cihê ku niha konût lê hatine avakirin gunçav nedîtin jî dîsa rayedarên dewletê bi gotina "Ji bo avakirina avahiyan guncav e" konut avakirin. Welatiyê Semsatê yê 51 salî Bekir Ayhan, diyar kir ku ev ne li gorî avakirina waran e û wiha got: "Divê li cihekî din yê saxlem navçe ji nûve bê avakirin.

BI DAXWAZA GEL LI VIR NEHAT AVAKIRIN

Ayhan, diyar kir ku ew li gundê Tepeorenê yê navçeya Semsata berê dijî û wiha got: "Dema Semsata nû hat avakirin endezyaran destûr neda ku avahî li vir bên avakirin. Lê bi zorê rapora "Dibe ku avahî li vir bên avakirin" îmze kirin. Ger ku ne wisa be bila niha lêkolîn bikin. Vir ji bo avakirine ne guncav e divê teqez bê guhertin û Semsat li cihekî nû bê avakirin. Di bin bendava Ataturkê de hatiye avakirin. Ev der her dem di bin rîskê de ye. Navçe li ser daxwaza gel li vir nehat avakirin."


Ayhan, da zanîn ku gelê Semsatê xizane û karê demsalî dikin û wiha berdewam kir: "Konûtên ku bi destê dewletê hatin avakirin zerar dîtin û xera bûn. Zeviyên li vir ji bo avakirina avahiyan ne guncav in. Wê demê dê konût du qat çêkiribûna. Dê jêr gom û jor mal bûya. Hem hesiyên avahiyan kêm e û hem avahî li ser axê hatine avakirin. Li ser bingehekî xurt û saxlem nehatiye avakirin.

WELATIYAN HIŞYAR KIR LÊ...

Welatiyê Semsatê yê 70 salî Ahmet Vural jî anî ziman ku ew ji gundê Bagcilar ê Semsatê ye û bi zora dewletê hatin Semsatê bi cih bûn. Vural, anî ziman ku beriya erdhejê konûtên ku bi destê dewletê hatibûn avakirin zerar dîtibûn û wiha got: "Me ji bo konûtên nû bên avakirin serî li rayedarên dewletê dan. Lê hişyarî û serlêdana me li ber çavan nehat girtin. Wekî niha tê dîtin piştî erdhejê em tev perîşan bûn. Dema ev konût teslîmî me kirin ne saxlem bû. Mutahîdê wê demê şebekeya avê çênekir û çû. Karê xwe yê înşatê di nêvî di hişt. Em niha di kon de dijîn. Ez niha nikarin kirê bidim."

Dayika 51 salî Meliha Kizil jî anî ziman ku 19 salin heta niha nêzî 20 caran konût restore kirine û wiha got: "Her dem konût bi pirsgirêk bûn. Me bi derfetên xwe konût tamîr kirin. Me xwest xaniyên me ji nûve bên avakirin. Em dixwazin li cihekî din xanî bên avakirin. Bila li vir neyên avakirin ji nûve li cihekî saxlem bên avakirin.

Li navçeya Semsatê ku lêkolîna zerar û ziyanê tê kirin welatî di çadirê AFAD'ê de dijîn.

Hacı Yusuf Topaloglu - dihaber