COLEMÊRG - Komîsyona ji endam û rêveberên HDP, DBP û TJA’yê pêk tê, di çarçoveya xebatên referandumê de, li Colemêrgê gund bi gund digerin û "Na"yê vedibêjin.
Komîsyona ku ji endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tê, li gundên Colemêrgê di çarçoveya xebatên referandumê de gund bi gund digerin. Komîsyona referandumê li gundê Keha Hemzo, Qewal, Bêtkar, Nispas, Elkîk, Gundik û Peyanisê geriyan û sedema çima bêjin "Na" vegotin. Li gundê Keha Hemzo Namet Temel, heyet pêşwazî kir. Namet Temel ji hemû gelê kurd xwest ku li dengê xwe xwedî derkevin û biçin ser sindoqê. Li gundê Qewalê Halit Temel jî heyet pêşwazî kir û wiha got: "Em dixwazin azad bijîn. Ji bo em azad bijîn em dibêjin "Na".
ME XERAKIRINA XANIYÊN XWE JI JÎR NEKIRIYE
Li gundê Nispasê jî heyeta komîsyonê ji aliyê Mustafa Kanat ve hat pêşwazîkirin. Kanat, diyar kir ku 3 wekîlê wan girtî ne û li tu derên cîhanê ev yek tune ye. Kanat da zanîn, ew dê bêjin Na Na. Welatiyê Gundê Bêtkarê Kasım Durgun jî anî ziman ku di sala 1994'an de gundê wan hat valakirin û xaniyê wan hat xerakirin û ew wê rojê ji bîr nakin. Durgun, bilêv kir ku ew ji bo wan rojan dê bêjin "Na".
Heyetê gundê Gundik jî ziyaret kir û çûn mala bavê Wekîlê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan Hamit Akdoganı. Hamit Akdogan, anî ziman ku ew çiqas zilm û zorê zêde bikin ji ew dê bêjin "Na"
Li Gundê Peyanisê jî Gule Dayan heyeta komîsyonê pêşwazî kir û xwest êdî her kes aqilê xwe bide serê xwe û wiha got: "Aqil taca zêrîn a seriyan e. Divê her kes aqilê xwe bide serê xwe û bibe yek. Divê her kes bi hevre li rûmeta xwe xwedî derkevin. Temenê min nêzî 90 salî ye. Ez her şev ji bo we dua dikim.