ŞENGAL - Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê, têkildarî êrîşên li ser Xanesorê ku piştî hevdîtinên li Enqereyê pêk hatine daxuyanî da û destnîşan kir ku komên êrîşkar çete ne û di nava wan de yên ku tevlî fermana Êzidiyan bûne jî hene.
Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê li ser êrîşên li ser Xanesorê ku piştî hevdîtinên li Enqereyê pêk hatin li bajaroka Xanesorê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî daxuyanî da û destnîşan kir ku komên êrîşkar çete ne û di nava wan de yên ku tevlî fermana Êzidiyan bûne jî hene. Şengalî têkildarî êrîşa koman çeteyan agahiyên berfireh dan û wiha got: "Komên çete di 2’yê Adarê de hatine herêmê. komek çeteyan ku navê ‘pêşmergeyên roj’ li xwe dike û girêdayî ENKS’ê ne, ji aliyê Sihêla û Dihokê ber bi Şengalê ve bi rê ketin. Koma çeteyan saet di 13.30’an de jî hat Xanesorê. Hêzên me ji bo ku sedema hatina wan fêr bibin, bi vê komê re danustendin çêkirin. Di hevdîtinê de hat fêhmkirin ku niyeta van koman dagirkirina Şengal û herêmên dibin kontorola hêzên me de ye.”
‘GEL HÊRSA XWE NÎŞAN DA HÊZÊN ME TEDBÎR GIRTIN’
Fermandar Şengalî destnîşan kir, dema ku gelê herêmê hatina vê koma çete bihîst, bi nerazîbûnek mezin derketiye pêşiya wan û wiha dom kir: “Zarok, jin, kal hemû kesî hêrsa xwe anî ziman. Di vê navberê de hêzên me ji bo ku ev kom pêş nekeve, her wiha nebin sedema aloziyek din, tedbîr girtin.”
‘TEVÎ HEMÛ HEWLDANAN JÎ WAN ÊRÎŞ KIRIN’
Zerdeşt Şengalî diyar kir ku li aliyekê wan tedbîr girtine, li aliyê din jî, bi armanca ku ev kom paş ve biçin hewldanên xwe domandine, lê tevî hemû hewldanan jî di sibeha 3’yê Adarê de van komên çeteyan êrîş kirine. Şengalî têkildarî êrîşê jî wiha got: “Komên çeteyan ji gelek aliyan ve bi awayekî hemwext bi 30 Hammer û wesayîtên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êrîşî hêzên me kirin. Li ser vê yekê hêzên me, di çarçoveya parastinê de bersiv dan û şer derket.”
‘HEVALÊN HPG’Ê DEMA XWESTIN BIBIN NAVBEYNKAR HATIN ŞEHÎDXISTIN’
Fermandar Zerdeşt Şengalî destnîşan kir ku şer nêzî 3 saetan dom kiriye û wiha pê de çû: “Di vî şerî de 7 hevalên me gihîştin şehadetê û 20 hevalên me jî birîndar bûne. Ji hevalên me yên şehîd 2 heval endamên HPG’ê ne û dema dixwestin bibin navbeynkar û nexwestine şer dekevin, hatine şehîdxistin.”
‘ÊRÎŞÊN PIŞTÎ HEVDÎTINÊN ENQEREYÊ WATEDAR IN’
Derbarê sedemên êrîşan de jî Fermandar Zerdeşt dîtinên fermandariyê anîn ziman û ev tişt gotin: “Gelekî balkêş û watedar e ku ev êrîş piştî hevdîtinên li Enqereyê pêk hatine. Eşkere dibe ku di van hevdîtinan de planên van êrîşan hatine çêkirin. Ev komên çete yên êrîşkar raste rast ji aliyê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) a Tirkiyeyê ve hatine perwerde û fînansekirin. Di vê çarçoveyê de ev çete ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê li herderê tên bikaranîn.”
‘YÊN DI FERMANÊ DE CÎH GIRTIN JÎ TEVLÎ ÊRÎŞAN DIBIN’
Zerdeşt Şengalî bibîr xist ku di nava çeteyên êrîşkar de komên ji beşek Mislimanên Sunî ku di dema fermana 73’yan de li gel çeteyên DAIŞ’ê êrîşê civaka Êzidî kiribûn jî hene. Zerdeşt got; “Civaka me yê Êzidî hebûna komeke bi vî rengî li ser axa xwe bi ti awayî qebûl nake û wekî hêzeke dagirker dibîne.”
Zerdeşt anî ziman ku ew li dijî hatine pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ku werin Şengalê nîn in û got: “Jixwe pêşmerge li herêma Şengalê hene.”
‘AMADEKARIYA ÊRÎŞAN DIKIN’
Fermandarê YBŞ’ê bibîr xist ku ev komên çete niha li tevahiya Şengalê amadekariyên êrîşek nû dikin û wiha dom kir: “Niha amadekariyan dikin ku êrîşî hêzên me bikin. Heta ku rewşek bi vî rengî hebe, wê bibe zemîna aloziyan. Em ê di her şert û mercan de parastina herêmê bikin. Ew hêza me hete ku em bersiv bidin her êrîşeke li ser axa me pêk were. Ev 2 sal û nîv in me erka parastina vê xakê girtiye ser mile xwe û ji bo wê me gelek bedel dane.”
BANGA TÊKOŞÎNÊ
Zerdeşt Şengalî di dawiya axaftina xwe de banga têkoşînê li gel kir û wiha pê de çû: “Di serî de civaka Êzidî em bang li tevahî gelên Kurdistanê dikin ku li hemberî van êrîşên hovane bêdeng nemînin û bi ruhekî yekpare û netewî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ev êrîşek berdewama fermana 73’yan e, lewma pêwîst e ku civaka Êzidî bi vê zanebû tevbigere û têkoşîna xwe li Kurdistan û derveyî welat mezin bike.
Em bi taybet bang li hêzên pêşmergeyên Êzidî ên girêdayî PDK’ê û tevahî pêşmergeyan dikin ku neyên van lîstokan. Ev komên çete li dijî hemû nirxên Êzdayetî û Kurdistanî ne.”