Li Şirnex 3 dayîk û 3 çîrokên koçberiya 8 mehan

ŞIRNEX - Li taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê piraniya malên gel hatine hilweşadin û dayîkên careke din vegerîn bajêr rastî malên xwe yên hilweşadî hatin. Di çîrokên dayîka, Naîle, Pîroz û Taybet de tişta hevpar xaniyên wan ên hatine hilweşadin e.

Dema mirov ji Qada Omer Kabak a Şirnex li taxa Yeşîlyûrt dinêre mala ku dayîka Pîroz Tekmen lê bi cih bûye di nava avahiyên hatine xerabkirin de dixweyê. Ew jî weke her malbateke Şirnexî piştî 8 mehan vegerîne bajêr. Lê dema ketine taxa xwe dîtine ku nîveke xaniyê wan hatiye hilweşadin û nîveke mayî jî amûrên têde hatîne dizîn. Li ser vê yekê cîranê malbata Tekmen xaniyê xwe daye wan û ev 4 roj in malbat hewl dide kêm û kasên xwe temam bike.

EW ÇI BIKIN JÎ EM NAÇIN KONÛTÊN WAN DE

"Li ber çavên me xaniyên me hilweşadin û rondikan xwe di çavên me de negirtin." Dayîka Pîroz li şûnwarên xaniyê xwe dinêre dema ev peyv li ser zimanê wê rêz dibin. Ew jî bertekê nîşanî projeya dewletê ya bajarek nû dide, "Dibêjin em ê ji were konûtan çêbikin. Ew çi bikin en naçin xaniyên wan de. Em xaniyên wan naxwazin û nikarin di wan konûtan de îdare bikin."


Li Botanê her zarokek xwedî navek watedar e, an jî malbat navên kesên ku ji bo wan bi nirx radikin. Roja 10'ê texaba 2015'an dema li Gimgimê Endama YJA-STAR'ê Kader Kevser Erturk (Ekîn Wan) jiyana xwe ji dest dide û bedena wê tê teşîrkirin piştî 4 mehan li Şirnexê zaroka malbata Tekmen tê dinê û navê dibe Ekîn. Dema Ekîn a piçûk dibe 4 mehî jî ji bajarê xwe koçber dibin.


Dayîka Taybet Katar îro bûye mêvanê birayê xwe. Ew jî di dema qedexeyê de ji taxa Yenî koçberî Silopiya bûne. Li Silopiya jî koçberî careke din bûye para malbata Katar. Dema cara duyemîn qedexe dikeve ser bajêr malbat neçar dimîne ku ji taxa Barbaros biçe Tilqebîn û ev 9 meh e li vir jiyana xwe berdewam dikin.

DEMA TÊ BAJÊR Û ŞÛNWARÊ MALA XWE DIBÎNE RONDIK XWE NAGIRIN

Ne dayîka Taybet ne jî tu kesî bawer nedikir ku Şirnex di vî halî de bibînin. Dayîka Taybet jî heman tiştê dibêje, "Ez îro hatim û min bawer nedikir Şirnex di vê rewşê de ye." Malbata Katar 14 salan li Edeneyê di baxçeyan de dixebitin û bpiştre li Şirnex ji xwe re dikarin xaniyekî çêbikin. Dema dayîka Taybet li ber xaniyê xwe yê ku tu şopa wî naxweyê re derbas dibe qîrekê dide û rondik ji çavên wê xwe berdidin.

LI BER ÇAVÊN ME XANIYÊ ME HILWEŞADIN

Dayîka Naîle Tunç jî 8 mehên koçberiyê li Wanê derbas kirine lê xwe zêde negirtiye û di dema qedexeyê de 2 caran hatiye qesta mala xwe kiriye. Niha li taxa Yeşîlyûrt ku xaniyê wê li ber çavên wê hatiye hilweşadin ji xwe re xaniyek din kirê girtiye. "Dema gotin operasyon bi dawî bûn ez û hevjînê xwe hatin Şirnex. Xaniyê me gelekî zerar nedîtibû û dema em hatin li ber xaniyê me rawestiyabûn ku hilweşînin. Me îtîraz kir lê gotin em ê hilweşînin. Li ber çavên me xaniyê me hilweşadin." Dayîka Naîle jî çîroka hilweşadina xaniyê xwe wiha vedibêje.

BILA HEMÛ MALÊ ME ÇÛBA LÊ CIWAN NEHATIN KUŞTIN

Ne xanî, ne amûrên malê, ne jî malê dinê ji bo dayîka Naîle ne xem e. Hema dibêje, "Bila ev qas ciwan nehatin kuştin bila hemû malê dinê biçûya." Ji ber ku wê jî di qedexeya Cizîrê de kurê xwe Mûrat winda kiriye. "Dema digotin Mehmet Tûnç, Orhan Tûnç û Mûrat Tunç me nedizanî qala Mûratê min dikin." Her çiqas malbat bawer neke kurê wan li Cizîrê di bodrûma sêyemîn de be jî piştre pê dihese ku cenazeyê zarokê wan birine Silopiya û berê xwe didin wir.

DITIRSIM ZERAR DABIN GORA KURÊ MIN JI BER WÊ NAÇIM

Gora Mûrat Tunç niha li Goristana Tekserê ya li taxa Vakifkentê ye lê, "Roja ez hatime heya niha min nekarî biçim ser gora kurê xwe. Ne ji tirsê, ez dibêjim dibe ku zerar dabin gora kurê min û naxwazim di wî halî de bibînim." dayîka Naîle bi van gotinan sedema neçûna ser gora kurê xwe tîne ziman.