Li Mêrsînê du akademisyenên din hatin îxrackirin

MÊRSÎN - Li Mêrsînê akademîsyenên Zanîngeha Mêrsînê (MEU) Hakan Mertcan û Tolga Toren ji zaningehe hatin îxrackirin.

Hîndekarê Zaningeha Mêrsînê (MEU) Alk. Doç. Dr. Hakan Mertcan û Alk. Doç. Dr. Tolga Toren ên îmze avêtibûn deklerasyona aştiyê ya “Em nabin şirîkê vî sûcî" ji zanîngehê hatin îxrackirin. Dema hîndekaran xwestin peymana xwe ya zanîngehê nû bikin hat diyarkirin ku bi biryara YOK'ê têkiliyê wan hatiye qutkirin. Tevî Toren û Mertcan heta niha 13 akademisyen ji zanîngehê hatin îxrackirin.