Êrîşa Şengalê hat şermezarkirin

WAN - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşa PDK’ê ya li dijî Şengalê şermezar kirin.

Komek girêdayî rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê, êrîşa PDK’ê ya li dijî Şengalê şermezar kir. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, rêveberên HDP, DBP û TJA’yê tevlî civîna li avahiya HDP’ê ya bajar hat lidarxistin bûn. Hevserokê HDP’ê yê bajar Yakup Ataş, bal kişand ser asta êrîşê û wiha got: “Di vê dema ku li Rojhilata Navîn her gel bi neteweya xwe ji xwe re cih dibîne de, tişa pêwîst a bêkirin ne şerê navbera kurdan, avakirina yeketiya neteweyî û hestên biratiyê ye. Em hêvî dikin ku birakujî carek din neye dubarekirin. Em dixwazin şer bê rawestandin. Em hêvî dikin ku aştiya kurdan ji aştiya Rojhilata Navîn û Cîhanê re bibe wesîle.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÊ XEYALA WELATEK AZAD E’

Piştre Parlamenterê HDP’ê ye Wanê Lezgîn Botan axivî û bibîrxist ku birînên Şengalê hêjî nû ne û wiha axivî: “Beriya 3 salan ji Fermana 73’yan rizgar bûn, hêjî keç û zarokên Êzidî di deste DAÎŞ’ê de ne, em vê êrîşa ku li dijî malbat û Şenlaga ji kurdan re pîroze tê kirin mehkûm dikin. Em bi êrîşek ku zirarê dide xeyala kurdan a sedsalan re rû bi rû ne. Ev êrîş îxaneta li dijî malbatên li wir û welatek azad e.”