Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

AMED - Xizmên windayan û ÎHD'ê bi silogana "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kirin. Vê hefteyê aqubeta Cuneyt Aydinlarê yê di sala 1994'an de li Stenbolê hatibû windakirin pirsîn.

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 421’an de salona ÎHD'ê ya Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî,endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên winrayan amade bûn. Dîsa xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û wêneyên girtiyan rakirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di sala 1994'an de li Stenbolê hat windakirin pirsîn.

'BILA OHAL BÊ RAKIRIN'

Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku 421 rojin ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin li qadan têdikoşin û wiha got: "Em bêyi cudahiyê têxin nava windayan em têkoşîna edaletê didin. Her dem ji bo aştiya welat çi ji destê me tê em dikin. Heta niha bi van pekanînan tu carî pirsgirêk çareser nebûne. Divê li Tirkiye şert û mercên referandumê bên avakirin. Di nava van şert û mercan de ne pêkan e. Hevserokên Giştî yên HDP'ê girtî ne. bila OHAL bê rakirin. Bi tundî û zextan pirsgirêk çareser nabin."

Piştî daxunayiyê çiroka Cuneyt Aydinlar ê di sala 1994'an de li Stenbolê hat windakirin hat xwendin. Pismamê Aydinlar Firat Mercan axivî û diyar kir ku Cuneyt li gel 14 hevalên xwe li Gayrettepe ya Stenbolê hatin binçavkirin. Polîsan bi îdîaya "alîkarî daye PKK’ê" binçav kirin. Aydinlar piştî 15 rojan dernexistin dadgehê. Tişta em dizanin Cuneyt ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Ji 28'ê Adara 1994’an heta niha em agahiyê ji Aydinlar nagirin. Em dê tekoşîna xwe ya ji bo windayan berdewam bikin."

Çalakiyê bi rûniştina 5 deqîqeyan berdewam kir.