AMED - Mîtînga 8’ê Adarê ya ji aliyê Walîtiya Amedê ve bi hinceta OHAL’ê hatibû qedexekirin di encama hevdîtinên komîteya amadekar de destûr hat dayîn.
Piştî mîtînda 8’ê Adarê ku dê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Qada Îstasyona Amedê bê pîrozkirin ji aliyê Walîtiya Amedê ve bi hinceta OHAL’ê hat qedexekirin jin ketin nava hewldanan û hewldanên jinan encam da.
Piştî Îzmîr û Stanbolê di encama hewldanên jinan de ji bo mîtînga Amedê jî destûr hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya TJA’yê daye, piştî Walîtiya Amedê mîtînga 8’ê Adarê qedexe kir komîteya amadekar ket nava hewldanan û bi hewldanên komîteyê destûr hat dayîn ku mîtîng pêk bê.
Di daxuyaniya hatiye dayîn de TJA’yê bang li hemû jinan kir ku tevlî Mîtînga 8’ê Adarê ya dê li Qada Îstasyonê saet di 11.00’an de pêk bê bibin.