Beriya 23 salan di 23 saliya xwe de hat windakirin!

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 623'emîn de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî yê beriya 23 salan hate windakirin pirsîn. Apê Aydinlar Recep Aydinlar wiha got: "Ger ku dayikek 23 sali n cilên zarokê xwe vedişêre, her roj bêhn dike divê hûn ji vî fedî bikin."

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cra 623'yemîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Ve hefteyê jî kesên piştgirî didan li qadê cihê xwe girtin. Dayik bi lêgerînê derbasî qadê bûn. Di çalakila ku di bin dorpêça polîsan pêk hat de dîsa xizmên windayan di refên pêş de bûn. Xwîşk û birayên Hasan Ocak ê hate windakirin, Masîde Ocak û Alî Ocak, xwîşka Hayrettîn Eren ê di dema 12'ê Îlonê de hat windakirin Îkbal Eren, Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît, parlamenterê HDP'ê Sezgîn Tanrikulu vê hefteyê jî bi dayikan re bûn.

Kesên ku hatin qadê hinek li zarokên xwe re hinek ji wan jî bi neviyên xwe re bûn. Lê dayikên ku bi salan e em di çalakiyan de bûbûn şahidê têkoşîna wan li qadê nebûn. Dayika Hasan Ocak, Emîne Ocak a ku bi salan e ji bo ji kesên kurê wê kuştine hesab bê xwestin li Qada Galatasarayê bû ji ber ku vê carê nexweş bû ne li qadê bû. Dîsa Berfo Kirbayir, Fatîme Taşkaya û Kîraz Şahîn ên ku emrê wan têre nekir ku aqûbeta zarok û hevserên xwe bipirsin û jiyana xwe ji dest dan ne li wir bûn. Li şûna wan zarokên wan tevli çalakiyê bûn.

Vê hefteyê jî pankarta "Kiryar li kû ne" hate vekirin û laçikên spî danîn ser. Qurnafîlên sor û wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Xizmên windayan ên ku hevdu hembêz kirin û hev teselî dikin vê hefteyê jî kêm be bi hêviyeke biçûk hatin çalakiyê. Di dosyaya Hasan Ocak de pêşketinek çêbûbû. Îtiraza ji bo pêwîstî bi lêpirsînê tuneye hatibû kirin hatibû qebûlkirin û biryara berfirehkirina lêpirsînê hatibû dayîn. Xizmên windayan Masîde Ocak hembêr kirin û pîroz kirin.

Di çalakiya ku aqûbeta Cuneyt Aydinlar hat pirsîn de vê hefteyê axaftina vekirinê Masîde Ocak kir û got ku ji bo Aydinlar dê li Amedê jî xizmên windayan çalakî li dar bixin. Piştre axaftin hatin kirin.

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu bang li hikûmetê kir û wiha got: "Ger ku hûn li wir bûne we yê fêm bikira azadiya îfade û mafê jiyanê çi ye. Vala vala wê demê we evqas qîr nedikir." Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz KErestecîoglu jî Denîz Gezmîş ê ku rojên borê rojbûna wî bû bi bîr anî û got ku ew bi dewlet û îxtidarekî ku nade jiyankirin re rû bi rû ne lê dayik ji bo mirovan bidin jiyankirin li qadê ne.

'BI HER WINDAHIYÊ AGIR DIKEVE MALAN'

Apê Cuneyt Aydinlar ê ji derveyî welat hatîbû Recep Aydinlar jî bi gotina "23 sal in em ji can û cîgera xwe nikarin agahî bigirin" dest bi axaftina xwe kir. Aydinlar diyar kir ku li vî welatî dema ma ku hinek hiqûqê dixwazindikeve meriyetê ew bûye şahidê vê yekê. Aydinlar wiha got: "Bi her windahiyê ve agir dikeve malan. Ev agir kesên ku li paş maye dişewitîne û wiha berdewam kir: "23 sal in em pirsa Cuneyt li kû ye dikin. 23 sal in çend hikûmet hatin, di dawiyê de bi rojevên xwe yên sunî ve welat mijul kirin. Ger li vî welatî aqûbeta ciwanekî 23 salî bêyî ku diyar bibe winda dibe ev şerma welat e. Ger ku dayikek 23 sal in cilê zarokê xwe vedişêre, hor roj bêhn dike divê hûn ji vî şerm bikin.divê şerm bikin ku welat bi rojvên xwe ve mijul nekin. Li vîwelatî bi hezaran mirov xizmên windayan e. Xizmên windayan nifş bi nifş derbas dibe, hûn ê di bin gunehê vê de bimînin."

Piştre nameya parêzera Aydinlar Eren Keskîn şandibû hat xwendin. Keskîn di nameya xwe de diyar kir ku derbarê dosyaya Aydinlar de li tirkiyeyê tu encam bidest ne xistine û dosya hêjî li ser masa dozger disekine.

Derbarê îtîraza dosyaya Hasan Ocak a biryara dem ser re derbas bûye ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ve hatiye dayîn parêzer Gulseren Yolerî agahî dan. Yolerî da zanîn ku ev biryar girînge û wiha got: “Dozger di biryarê de dibêje ‘di dozê de ji bo doz bê vekirin delîlê pêwîs hene. Derbarê bersûcan de delîl hene şûna doz bê vekirin biryara neşopandinê hatiye dayîn ev şaşe’.”

Piştre daxuyaniya hefteyê ji aliyê mirovanên Şemiyê Derya Okatan ve hat xwendin.

Okatan, da zanîn ku ew ji bo Cuneyt Aydinlar ê ku 23 sal bere dema 23 salî bû hat binçavkirin û hat windakirin li virin û wiha got: “Cuneyt Aydinlar di destpêka salên 90’î de ji bo zanîngehê bixwîne ji gel malbata xwe ya Amedê hat Stenbolê. Aydinlar di 20’ê Sibata 1994’an de ji bo bi hevalek xwe re hevdîtinê pêk bîne çû Rawestgeha Omerlî ya li Bakirkoy/Încîrliyê ye. Li vir ji aliyê polîsên Têkoşîna Bi terorê ve di encama operasyonê de hat binçavkirin. Cuneyt Aydinlar wekî 14 kesên hatine binçavkirin birin midûryeta Stenbolê ya li Gayrettepeyê ye. Piştî 7 rojan bêfermî di bin çavan de hat girtin di 27’ê Sibata 1994’an de hat windakirin. Li ser serlêdana malbatan a ji bo ÎHD’ê, parêzerên komeleyê bûyer lêkolîn kirin. ÎHD’a Stenbolê di 25’ê Adara 1994’an de li avahiya xwe daxuyaneyek da û diyar kir ku polîsan qebûlkirine ku Cuneyt Aydinlar binçavkirin û di bin çavan de winda kirine û ji Wezîrê Karên Hûndir xwestin ku derbarê bûyerê de daxuyaniyekê bide.

Okatan, anî ziman ku hemû hewldanên malbat û ÎHD’ê bê encam mane û wiha axivî: “Ev 23 sale em dibêjin û em ê bibêjin jî. Heta aqûbeta Cuneyt Aydinlar bê diyarkirin û kujer bên darizandin dê doz ji bo neye girtin.”

Çalakiya Dayîkên Şemiyê, piştî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hertim li gel dayîkan cih girt û ew jî bi cinayetek “kiryar ne diyar” çû hat bibîranîn bi dawî bû.