HEWLER - Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê êrîşî çalakiya dijberî êrîşên li dijî Şengalê pêk hat kir û berpirsê Desteya Serokatiya Eniya Demokratîk a Gel Dr. Mihemed Kiyanî binçav kirin.
Gelê Hewlerê li dijî êrîşên komên çekdar ên PDK’ê nerazîbûn nîşan dan. Girseya gel xwestin li Hewlêrê çalakiya nerazîbûnê ya li dijî êrîşên li ser Şengalê û gelê Êzîdî li darbixin, rastê destwerdan û êrîşa PDK’ê hatin. Li gorî agahiyên ROJ newsê hat diyarkirin ku li Hewlerê Berpirsê Desteya Serokatiya Eniya Demokratîk a Gel Dr. Mihemed Kiyanî ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve hat binçavkirin. Hate zanîn ku hemû kesên xwestine tevlî çalakiyê bibin ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatine desteser kirin. Di çarçoveya heman çalakiyê de PDK'ê dor li komeke jinên çalakvan jî girtiye û ti pêwendî li gel wan saz nabe û agahî ji wan nayê girtin.