Gundiyên Borik êrîşên PDK'ê şermezar kirin

ŞENGAL - Gelê gundê Borikê ya girêdayî Sununê êrîşên komên çekdar ên PDK’ê ku xwe weke pêşmergeyên rojava bi nav dikin, daketin qadan û diyar kirin ku dê hat dawî di ber xwe bidin.

Gelê Borik li dijî êrîşa li dijî Xanesorê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê koma jin, ciwan û pîran Endamê Komîtiya Ciwanên Borik Ecez Êzîdxan daxuyanî xwend û wiha got: “Di 3’yê tebaxê de plana ji holêrakirina ola Êzdayetiyê hatibû çêkirin û çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin. Lê, berxwedaneke mezin hat nîşandan û plan têk çûn. Lê belê planên qirêj ên li ser gelê êzidî dom kirin. Niha jî piştî serdana Mesud Barzanî ya Tirkiyeyê planeke nû li ser destkeftiyên gelê Êzidî hat çêkirin. Di 2’yê adarê de çeteyên Tirkiye û ENKS’ê bi piştgiriya PDK’ê êrîşî gelê Êzidî kirin. Em wekî gelê Borik vê êrîşê şermezar dikin û dibêjin, çi dijmin bi çi rengî êrîşî ser axa me û ola me bike, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ya dawiyê liberxwe bidin.”

Di çalakiyê de Endama Komîteya Jinên Borik Dayik Tekuz û Endamê Komîteya Hiqûq û Edaleta Borik Mam Bijar Zamo jî axivîn û êrîşên li ser herêmê şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.