Xebakarên TV10 amûrên xwe xwestin

STENBOL - Endamê Lijneya Weşanê ya TV10 Velî Buyukşahîn ku bi biryarnameya KHK’ê hat girtin û TMSF’ê dest danî ser amûrên televîsyonê diyar kir ku ew dixwazin amûrên wan ên hatine desteserkirin bên vegerandin, ji bo vê wan serî li Şuraya Dewletê dane û ger serlêdana wan neyê pejirandin dê serî li DMME’yê bidin.

Xebatkarên TV 10 a ku bi biryarnameya KHK’ê hatiye girtin, ji bo televizyona wan bê vekirin cara 22’yemîn li Galatasarayê hatin cem hev. Di daxuyaniya ku pankarta “Dengê elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin” û dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat berzkirin de Dayîkên Şemiyê, endamên Komeleya Mafê Mirovan, saziyên elewiyan û hunermendên elewî amade bûn.

‘EM Ê SERÎ LI DMME’YÊ BIDIN’
Di çalakiyê de Endamê Lijneya Weşana TV10 Velî Buyukşahîn axivî. Buyukşahîn da zanîn ku hefteya bihûrî dest danîn ser amûrên TV10, amûr dane Fona Sîgorteya Mevduata Tesarufê û wiha got: “Dest danîn ser hemû amûrên me. Li pişt me tu komên zengîn tune ne. Hemû kamera ji markeyên cuda bûn ji ber ku bi keda hemû kesê TV10 hatibû avakirin. Ji ber dest daniye ser amûrên TV10 me serî li Şureya Dewletê da. Em ê têkoşîna xwe bi biryar bidomînin. Ger em ji wir endcam negirîn em ê serî li DMME'yê bidin.

Çalaki bi beytên hunermendên elewî bi dawî bû.