MINBIC – Bi hezaran welatiyên ji herêma Babê, Dêr Havir û gundewarên Meskene yên ji êrîşên TSK, OSO, rejîma Sûriyê û DAIŞ`ê reviyan, xwe spartin Minbica azad û li çolê dimînin. Heta niha saziyên mirovahê yên naveteweyî tu alîkarî ji wan re neşandiye.
Piştî li Serêkaniyê, Kobanê, Minbinç, Bab, Heleb û Reqqa êrîşên DAÎŞ'ê û komên dagirker dest pê kir, bi hezaran welatiyên Sûriye ji ber şer koç kirin û ji cih û warên xwe bûn. Hin ji wan çûn Ewropa, hin ji wan çûn bajar û gundên der û dorê û hûn jî hatin Tirkiye. Li gorî agahî û nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi hezaran koçberên ji gundên Babê û herêmê koç kirin li çolê dimînin û alîkarî ji wan re nayê kirin. Bi wêne û dîmenan êş û azarên koçberan rave kirin. Koçberên ji herêma Babê, Dêr Hafir û gundên Meskene ji ber êrîşên TSK, DAÎŞ, OSO, rejîma Sûriyê xwe spartin bextê Minbica bi destê şervanên xwe hatiye rizgarkirin. Koçberan diyar kirin ku pêdiviya wan bi awayekî lezgîn bi alîkarî heye, ji ber ku di encama şerê li herêma wan de her tiştên xwe winda kirin.
Buroya Karûbarên Koçberan nan û av li koçberan belav kir. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê li gorî derfetên xwe yên kêm destekê dide koçberan. Buroya Karûbarên Koçberan beriya niha destnîşankiribû ku heta niha 40 hezar koçber di roja 1 û 2"ê adarê gihîştin Minbicê. Rêveberê Karûbarên Koçberan raghandinbûn ku derfetên wan ên vekirina kampan nîne.
Dewleta Tirk a Dagirker û çeteyên girêdayî wê îda dikin ku wan ewlekarî ji welatiyên Babê re aniye, lê tevlî DAIŞ'ê di Babê de nemaye, bi hezaran welatî koçber dibin. Gelek koçberan destnîşan kirin ku tu cudahî di navbera komên çete yên DIAŞ'ê û çeteyên Tirkiyê de nîne.