NAVENDA NÛÇEYAN - Dermankirina Rojnemeger Nûjiyan Erhan a di 03'ê Adarê de di êrîşên komên PDK’ê ya li dijî Şengalê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wê her ber bi başbûnê ve diçe.
Rojnemeger Nûjiyan Erhan a di 03'ê Adarê de li Şengalê êrîşên pêşmergeyên PDK’ê dişopand û di êrîşê de bi giranî birîndar bû, emeliyat bû. Li gorî agahiyên doxtoran dermankirina Nûjîyan Erhan didome û rewşa wê jî ber başbûnê ve diçe. Nûjiyan Erhan ji ber ku li serê xwe de birîndar bû hat emeliyatkirin. Rojnemevana ÇIRA TV a ku birîndar bibû niha ber bi başbûnê ve diçe.