Balafira aîdî Sûriyeyê li Hatayê ket

HATAY- Hatibû îdiakirin ku li naveçya Samandagi ya Hatayê balafireke şerî ketibû û pîlotên wê bi perşûtê xwe avêtine. Têkildarî mijarê Serokwezîr Yildirim daxuyanî da û piştrast kir ku balafira ketiye aîdî Sûriyeyê ye.

Xebatên lêgerîna ji bo balafira hat îdiakirin ku lu gundê Yaylcikê ê navçeya Samandgi ya Hatayê ketiye, didomin û hîn nehatiye tespîtkirin ku balafir li kuderê ketiye. Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku, tam nayê zanîn balafir li kuderê ketiye û her wiha welatiyên li herêmê jî tevlî fealiyetên lêgerînê bûne.

Balafira şerî ya tê îdiakirin ku li aliyê Tirkiyeyê ketiye, tê diyarkirin ku balafir aîdî Artêşa Sûriyeyê ye û yekîneyên Ehrar El Şamê îdiakirin ku wan balafir xistiye. Ehrar El Şamê ragihand ku balafira ketiye MÎG-21 e û aîdî Artêşa Sûriyeyê ye û her wiha dîmenên têkildarî ketina balafirê jî di rûpela xwe de parve kirin. Di dîmenan de dixuyê ku balafirk ber bi jêrê ve tê û paşê teqînek çêdibe. Her wiha axaftinên bêtêlê jî yên têkildarî ketina balafirê jî di dîmenan de tên bihîstin.

DAXUYANIYA SEROKWEZÎR

Serokwezîr Yildirim têkildarî blafira ketiya daxuyanî da û got, balafira ketiya balfira MÎG-23 ye û aîdî rejîma Sûriyeyê ye û got, xebatên lêgerînê didomin.

WALIYÊ HATAYÊ: ENQAZA BALAFIRÊ HAT DÎTIN

Walîtiya Hatayê têkildarî ketina balafirê daxuyanî da. Waliyê Hatayê Erdal Ata di daxuyaniya xwe de wiha got: "Li gor agahiyên gava din bi destên min ketin, ekîpmanên cendirmeyan û tenduristiyê xwe gihandine enqaza balafirê. Hat dîtin ku cihê kokpît ê balafirê vala ye. Qenaeta me ew e ku pîlot xwe avêtine û xelas bûne. Balafir ne ya welatê me ye. Em wisa difikirin ku aîdî hêla Sûriyeyê ye. Dane ev nîşan didin." Her wiha Erdal, diyar kir ku balafir ne ji be rîhlalkirina sînorê ketiye, ew wisa difikirin ku ji ber arizeyeke teknîkî ye.