Îdiaya sîxurî li ciwanan ferz kirine

EDENE - Li Edeneyê, ciwanên ku di operayonên 13-15’ê sibatê de hatin binçavkirin, anîn ziman ku di bin çavan de polîsan heqaret li wan kiriye û sîxurtî li wan ferz kirine.

Li Edeneyê, di operayonên 13-15’ê Sibatê yên 18’emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de, gelek ciwan hatin binçavkirin. Hat îdiakirin ku polîsan bi darê zorê sîxurtî li van ciwanan ferz kiriye.

'SÎXURÎ PÊŞNIYAR KIRIN’

Ciwanê bi navê C.C. yê hat binçavkirin û paşê hat berdan, diyar kir ku ew di 15’ê Sibatê de li cafeyeke înternetê hatiye binçavkirin û got, polîsan gefa mirinê li wî xwarine. C.C. wiha axivî: “Li muduriyetê polîsan ez xistim odeyeke biçûk. 3 kes bûn, zêde bi ser min de hatin. Polîsan ji min re got, ‘Şeva 14’ê Sibatê esnaf li me geriyan û navê te gotin. Gotin tu û çend kesên din têkildarî 15’ê Sibatê belavokan belav dikin û pereyan berhev dikin.’ Min ev qebûl nekir. Lê belê, zêdetir bi ser min de hatin û gotin, ‘êdî bes e, navan ji me re bibêje. Dema tu cara sêyemîn bêyî, em ê heta qatê jorê li te bidin. Derketin û girtina te di destê me de ye. Alîkariya me bike, em ê jî ya te. Em ê te têxin karekî jî. Alîkariya me bike.’ Dema ez li dijî vê derketim, qaseya kompîturê ya li kêlekê bû hilda û li serê min da. Dema ez li dij derketim, ez rakirim ser piya û heqaretî min kirin. Bêyî parêzerê min hebe, ez dam ber lêpirsînê. Ji ber min mafê xwe yê lêpirsînê bi kar anî, ez xistim nezaretxaneyê.”

'JIYANA MIN DI XETEREYÊ DE YE’

C.C., ragihand kum eh û nîvek berê polîs hatine taxê û gotine “li ser bombeyê dewa tiliyên te hene” û ew binçavkirine. C.C. wiha domand: “Polîsan pêşî ez birim Bulvara Menderesê. Li wir polîsan ji min re gotin ‘ji me re bixebite’ û sîxurtî li min ferz dikirin. Di telefonê de tim min taciz dikirin. Herî dawî xizmekî min li telefonê nihêrî û ji polîsan re got ‘em ê li dozgeriyê giliyê web ikin’ û ji ber vê carek din negeriyan. 2 roj şûnde jî ez binçavkirim. Niha jiyana min di xetereyê de ye.”

'GEF LI MIN XWARIN’

Ciwanê bi navê M.A.A. jî diyar kir ku li muduriyeta polîsan ew rastî çewisandina derûnî ya polîsan hatiye û derpêş kir, polîsan pêşniyara sîxurtiyê lê kiriye. M.A.A. wiha domand: “Polîsan ji min re got, ‘Em dizanin hûn li taxê belavokan belav dikin û ji esnafan pereyan distînin. Tu wê alaya tirk dibînî ne wisa? Tu li bin wê dijî. Tu di bin a kesk û sor û zer de najiyî. Alîkariya min bike. Ez ê te ji vir derxînim û tu yê biçî nav hevalên xwe. Mad ê PKK li malbata te binihêre? Heke tu navan bidîme em ê li alîkariya malbata te bikin. Em ê erzaq bibin mala we. Em ê niha jî erebeyek tije eşya bişînin. Heke tu alîkariya me nekî, em ê te perîşan bikin.” M.A.A., diyar kir ku ji ber wî pêşniyara sîxurtiyê qebûl nekiriye rastî gefên polîsan hatiye û wiha got: “Polîsan ji min re got, ‘em ê çend roj şûnde bên serdana te’ û gef li min xwarin. Heman tişt li gelek kesan kirin.”