SÊRT - Ji endamên Meclîsa Gundê Eynê Fadîle Yildirim diyar kir ku dema serdegirtinan de leşkeran heta hundirê tuwelatan jî lêgerîn kirine, wan bi "endamtiya rêxistina çekdarî" sûcdar dikin.
Li gundê Eynê yê navçeya Dihê ya Sêrtê, sibeha 2’yê Adarê bi ser 40 malan de hatibû girtin û di van serdegirtinan de 30 welatî hatibûn binçavkirin. Li gundê hawirdora wî ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin, piştî karên îfadedayîna heta dernegê şevê welatî serbest hatibûn berdan. Derket holê ku, operasyon ji ber Meclîsa Gund a di sala 2014’an de hatibû avakirin hatiye lidarxistin.
LI QULIKÊN TUWALETAN JÎ GERIAYNE
Fadîle Yildirim a li gundê Eynê rûdinê û di serdegirtinê de hatibû binçavkirin, tişên welatî rastî wan hatine vegot. Yildirim, ragihand ku saet li dor 06.00’an de 20-25 cendirme û tîmên taybet bi ser mala wê de girtine û go, di serdegirtinê her derê malê belawela kirine. Yildirim wiha domand: “Li her derê malê geriyan. Her derî serobino kirin. Kîsik xistin destên xwe û li hudurê tuwaletê jî geriyan. Şala li mala me ya bi rengê kesk, sor û zer birin. Wekî din tiştek nebirin. Li telefonên me nihêrîn. Min nîşanî kesên malê kirin û gotin, ‘Ji bo me ev lazim e, hewce bi kesî din tune ye’ û min birin tabûrê.”
Yildirim, ragihand ku di dema îfadedayînê de dozger û dadwer jî hebûne û got, du kesan pirs jê dikirin. Yildirim, pirsên di dema lêpirsînê de jê hatin kirin jî ragihandin û wiha domand: “Ji min pirsîn, gotin ‘tu serok î’. Min jî got, na. Navê hevşaredarên Dihê Huseyin Kiliç û Eda Kilisê pirsîn, gotin tu wan nas dikî an na. Navê gundiyên me pirsîn. Ji min xwestin li gund navê kesên PKK’î ne ji wan re bibêjim. Min jî got, ez ji ku dizanim. Lêpirsîn zêdeyî nîv saetî domand.”
BI ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’ TÊN TAWANBARKIRIN
Yildirim, diyar kir ku ew berê rastî çewisandineke wisa nehatine û wiha got: “Ji nişkave çima tiştekî wisa kirin, fêm nakim. Me berê tiştekî wisa nedîtiye. Niha me bi ‘endamtiya rêxistina çekdarî’ tawanbar dikin. Dema me ev bihîst em heyirîn.”
Niştecihê gundê Eynê Abdulvahap Dundar ê hat binçavkirin jî ragihand ku, berê li gund titekî wisa qet neqewimî bû û got, heta wê rojê jî tu pirsgirêkek tune bû. Dundar, diyar kir ku sibeha serdegirtinê li mala wî geriyane û ji bo îfadedayînê ew birine tabûrê. Dundar wiha axivî: “Me bi ‘endamtiya rêxistina terorî’ tawanbar dikin. Em jî li wir hîn bûn. Hayê me ji tiştekî jî tune bû. Ji nişkave tiştekî wisa kirin. Min qet fêm nekir.”