HDP bi broşuran jî sedemên 'Na'yê vedibêje


AMED
- HDP ya bi dirûşmeya “Tenê Na be” starta kampanya û xebatên hilbijartinên referandûmê da, bi broşuran jî sedemên “Na”yê vedibêje.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hevgirtiyên xwe re di 2’yê Adar’ê de bi dirûşmeya “Tenê NA be” starta xebatên referandûmê da û giranî da li ser xebatênê hilbijartinê. Di çarçovoya xebatên hilbijartina referandûmê de broşûr hatin derxistin. HDP ya ku xebatên referandûmê bi zimanên tirkî, kurdî (kurmancî, kirmanckî), ermenî, suryanî û erebî dide meşandin, broşurên bi zimanên kurdî û tirkî derxistin.

Broşurên ji bo referandûmê hatin derxistin, bi sernava “Makeqanûna me divê çawa be?” ye û tê de sedemên “Na”yê hatine rêzkirin. Di buroşuran de sedemên “Na”yê wiha hatine rêzkirin:

“Na! Ji dîktatoriyê re! Ev makeqanûn dîktatorî ye. Kesek meclîsê betal dike, hemû erkan digire destê xwe. Biryara şer dide. Destdanîne ser mal û milkê xelkê. Hemû saziyên dewletê dixe bin kontrola xwe. Tu hêz nikare kontrol bike û bidarizîne. Qebûl NA be!

Na! Ji faşîzmê re! Ev makeqanûn tifaqa faşîzmê ye. Ev hevkariya nîjadperestiya AKP û MHP’ê ye. Zîhniyeta wan ‘Yek ziman, yek al, yek millet, yek welat’ e. Hebûna kurdan, gelan û baweriyan cuda nas nakin. Qebûl NA be!

Na! Ji desteserkirina îradeyê re! Ev makeqanûn desteserkirina îradeyê ye. Girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP’ê ye. Dagirkirina şaredariyan, girtina şaredar û endam û rêveberên partî û saziyên kurdan e. Qebûl NA be!

Na! Ji înkarê re! Ev makeqanûn înkar e. Qedexekirina zimanê kurdî ye. Girtina Azadiya Welat, Enstîtuya Kurdî, Navenda Çanda Mezopotamya û saziyên Kurdistanê ye. Ji bîr NA be!

Na! Ji îmhayê re! Ev makeqanûna tunekirinê ye. Wêrankirina Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Hezex, Şirnex û Farqînê ye. Bombebarankirina goristanan û êrîşa li ser Başûr û Rojava ye. Qebûl NA be!

Na! Ji qirkirina xwezayê re! Ev makeqanûn komkujiya xwezayê ye. Xeniqandina Hêskîfê, texrîbkirina Munzurê, şewitandina daristanan, çêkirina HES û kalekolan e. Ji bîr NA be!

Na! Ji parastina sûcdaran re! Ev makeqanûn sûcdaran diparêze. Kujerên Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Dayika Taybet, Miraya 3 mehî û Cemîleya 7 salî bê ceza man. Sûcdarên Roboskî û Cizîrê nayên mehkemekirin. Hesab ji wêrankerên bajarên kurdan nayê pirsîn. Ji bîr NA be!

Na! Ji qirkirina jin û zarokan re! Ev makeqanûn cînsiyetparêz e. Nenaskirina îradeya jinê ye û dijberiya pergala hevserokatiyê ye. Teşhîrkirina bedena jinên kurd e. Bê exlaqî û îstîsmarkirina bedenên zarokan e. Ji bîr NA be!

Di berdewama broşuran de HDP balê dikşîne li ser sedema xebatên “Na” û ev sedem xal bi xal hatine rêzkirin:

“*Na xwedîderketina li demokrasî pirrengî û pirdengiyê ye

*Na xwedîderketina li Rojava û Şengalê ye

*Na xwedîderketina li Munzur, Terolar û Heskîfê ye

*Na redkirina tecrîdê û guhdarkirina dengê aştiyê ye

*Na berxwedana girtiyên azadiyê ye

*Na bersiva hawara Cizîrê ye

*Na yekîtiya neteweyî ye

*Na redkirina qeyyûm e

*Na strana azadiyê ye."

Di despêkê de 20 hezar broşur hat derxistin û xebatên ji bo belavkirina broşuran dest pê kiriye.