'7 caran gundê me şewitandin, 7 hezar caran dibêjim 'Na'

ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Abdullazîz Bîlgîç ê ku leşkeran 7 caran gundê wan şewitandiye, diyar kir ku ew ê li dijî zilimkaran ne 7 caran 7 hezar caran bibêje "Na".

Abdullazîz Bîlgîç (70) ê ji gundê Kavlêbanan ê girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê ye, ji ber pêkûtî û çewisandinên leşker û cerdewanan ên salên 90'î koçî bajêr kiriye. Bilgîç, pîştî 20 salan careke din vegeriyaye gundê xwe û 8 sal in jî li gund çandiniyê dike û tenê dijî. Bîlgîç, têkildarî referandûma ku dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê, got divê her kes li hemberî yekzilamiyê rabe û dengê xwe ji bo azadiya gelan bi kar bîne.

'ZÎHNIYETA ZILIMKARAN ZILM E'

Bîlgîç, anî ziman ku ew ji demokratîkbûna guhertina Qanûna Bingehîn bawer nakin û wiha domand: "Em ji vê guhertinê bawer nakin. Ji ber ku di salên 80-90'î heta niha ev gel dibin îşkenceya kesên ku dixwazin qanûn bê guhartin de ne. Bi salane guhertin di îşkenceyê de ne çêbuye ku dê ji niha şunda jî çêbe. Ger ku zilimkar neyên guhertin guhertina pergalê jî tu caran çênabe. Zihniyeta zilmkaran zilm e."

'DI SALÊN 90'Î DE QETLÎAM VEŞARTÎ BÛN NIHA AŞKERE NE'

Bîlgîç, zilm û zordariya hêzên dewletê ya salên 80-90'î bi bîr xist û wiha doman: "Di salên 80-90'î de hêzên dewletê û cerdevanan bi ser gundê me de girtin û îşkence li me kirin. Agir bi gundê me xistin û hemû gund şewitandin. Em jî neçar man û me koçî Cizîrê kir. Hêzên dewletê li gel şewitandina gund ez û gelek gundî binçavkirin û 30 rojan îşkence li me kirin. Bi rojan em tî û birçî di nezaretan de hatin ragirtin. Her ku roj derbas dibû zilma û îşkenceya hêzên dewletê ya li hemberî gelê kurd zêde dibû. Di wan salan de hêzên JİTEM'ê bi hezaran kes di bin çavan de windakirin. Bi îşkenceyan welatî kuştin. Hêzên dewletê di salên 90'î de bi veşartî qetlîam dikirin, lê di van salên dawî de qetlîamên xwe aşkere dike. Ji ber ku AKP êdî naxwaze tu kes bibêje ev e ez heme û ez kurd im. Divê êdî fêm bike ku kurd bi kuştin û girtinan xilas nabin."

'LI TIRKIYEYÊ MAF Û HIQÛQ TENÊ JI KURDAN RE NÎNE'

Bîlgîç, diyar kir ku her diçe li Kurdistanê û Tirkiyeyê zordarî zêde dibe û wiha domand: "Îro kes nikare ji ber zilmkaran li Tirkiyeyê bijî. Li Tirkiyeyê rojê bi sedan jin tên qetilkirin û rastî tecawûzê tên. Li dibistanan mamosta xwendekarên jin taciz dikin. Ma ev ne zordarî ye ? Ne bêexlaqî ye? Bila destpêkê hêzên dewletê pêşiya van bêexlaqiyan bigirin pişt re werin dibin navê ewlehiyê de zilm û zordariyê li gelê kurd bikin. Li Tirkiyeyê maf û hiqûq tenê ji kurdan re nîne. Ger hûn bibêjin çima hiqûq nîne. Ji ber ku li Cizîrê hêzên dewletê bi hezaran ciwan di jêrzemînan de qetilkirin û şewitandin, tu kesî pirsa wan nekir. Rayedarekî dewletê ranebû û negot gelo ew çawa hatin kuştin, ji bo çi hatin kuştin. Tu lêkolîn û lêpirsîn di der barê wan de ne hatin kirin. Gelo em di pirsin ma li Tirkiyeyê maf û huqûq heye? Lê bila bizanin em tu caran vê zilmê ji bîr nakin."

'RÊVEBERÊN GEL DI GIRTÎGEHAN DE DÎL TÊN GIRTIN'

Bîlgîç, da zanîn ku Erdogan tenê dibêje ez heme û wiha axivî: "Erdogan îro dibêje yek welat, yek al, yek milet. Ji ber vê jî dixwaze li holê tu kurd nebe û kes li hemberî wî serî raneke. Ji ber ku parlementerên HDP'ê li hemberî zilma wî derketin hemû parlementerên HDP'ê dan girtin. Niha rêveberên gelê kurd di girtîgehan de esîr tên girtin. Çawa ku ew îro ji bo referandûmê xebatan dimeşîne, divê niha parlementerên HDP'ê jî xebatên xwe meşandiban. Lê bila baş bizanibin ku ew îradeya wî gelî ne. Gelê kurd ji vê bêedaletiyê re bêdeng namîne. Divê gelê kurd destê xwe bide hev û li derdora "NA"yê bibin xelek û xebatên xwe ji bo hilbijartinên 16'ê Nîsanê bikin."

'JI ZILM Û ZORDARIYÊ RE BÊJIN 'NA, NA' BES E, BES E'

Bîlgîç, got hêzên dewletê 7 caran gundê wan şewitandine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Leşker û cerdevanan 7 caran agir bi gundê me xistin û gund şewitandin. Ked û emekê me yê bi salan hêzên dewletê şewitandin. Piştî 20 salan em hatin gundê xwe. 8 sal in em vegeriyane gund û me malên xwe careke din avakirin. Lê hê jî em ditirsin ku leşker dîsa werin û gund bişewitînin. Ji ber ku bawerî bi dewletê nayê. Ew çi qas bişewitînin, em ê jî her ava bikin. Ew bi tang û topên xwe hêz in, em bi îrade û berxwedana xwe bi hêz in.Tu caran em li hemberî wan gavên xwe bi paş ve navêjin. Ji ber vê yekê divê gel di hilbijartina referandûmê de 'Na'yê birêxistin bikin û li dijî zilimkaran bibêjin 'Na'. Banga me ew ku her kes li sindoqên xwe xwedî derkevin û êdî bêjin bese zilm û zordarî. 7 caran gundê me hat şewitandin 7 hezar carî dibêjim 'Na, Na, Na' bes e, bes e."