Kişanak ji bo Moosa peyama sersaxiyê: Em ê qet bê hêvî nebin

AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a girtî, ji bo wefata Essa Moosa yê parêzerê Pêşengê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, peyama sersaxiyê şand.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, ji bo wefata parêzerê Nelson Mandela, Essa Moosa yê di 26’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da nameyeke sersaxiyê şand. Kişanak, di nameya xwe ya ji dîhaberê re şand de, sersaxiya malbata Essa Moosa û gelê Afrîkaya Başûr kir.

Nameya Kişanakê ya ji bo Essa Moosa ev e:

“Em ji bo koça parêzer û parêzvanên gerdûnî yê azadî û aştiyê Essa Moosa xemgîn in.

Birêz Essa Moosa; Wek parêzerê pêşengê efsanewî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, ceribînên têkoşîna azadiya wî yên li dijî nîjadperestiyê, radigahand hemû gelên li pêyî azadiyê ne. Ji ber vê riya me kurdan û wî bûbû yek. Min Pêvajoya Aştiyê ya li Afrîkaya Başûr ji wî guhdar kiribûn û ceribînên wî yên parêzvaniya lêgerîna azadî û aştiyê bandor li min kiribû. Gotina ‘Tu carî em berbayî bêhêviyê neketin’ di wesfa derseke dîrokî de ye. Essa Moosayê hêja, qethiyen em ê berbayî bêhêviyê nekevin. Bi aramiyî rakeve, li vir û li hemû cîhanê bi milyonan parêzvanên azadî û aştiyê hene. Aştî nirxa gerdûnî ya herî mezin e, em ê her tim xwedî li vê nirxê derkevin.

Ji vir, Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1’ê ya Kandirayê, sersaxiya malbata Essa Moosa, gelên Afrîkaya Başûr, hemû dostên dil dane azadî û aştiyê dikim û xemgîniya xwe parve dikim.

Rêz û hurmet.

Gultan Kişanak

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê”