Ev ne stargeh in bîrên avê û şkeftên Xerabê Bava ne!

MÊRDÎN - Bîrên avê, şkeft û şkeftên weke axur tên bikaranîn ne stargehên PKK'iyan e. Ev şkeft û bîrên avê dîrok, çand û erdnîgariya dewlemend a gundê Xerabê Bava ye.

Gundê Xerabê Bava yê dîrokî di demên dawî de bi qedexe, dorpêça leşkeran, îşkence û şewitandina avahiyên gel kete rojevê. Her çiqas ev gundek dîrokî be jî dema mirov ji dîrok, çand û erdnîgariya herêmekê ne haydar be dikarin şkeftên weke axur tên bikaranîn û bîrên avê wekî stargehên PKK'iyan bidin pênasekirin. Ev pênase ji bo gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê gelekî guncav e. Gundê Xerabê Bava dîroka avakirina xwe ji împaratoriyên Bîzans, Roma, Sasanî û Îskenderan digire. Li gundê ku herî dawî ermenî lê dijiyan bi hezaran şkeft, şkeftên gundî weke axur bikar tînin û bîrên avê hene. Ne tenê di nava gund de li her çar aliyê gund şkeft û bîrên avê yên ku gelên li ser vê axê dijiyan bikar dianîn hene. Leşkerên ku ji van rastiyan dûr, tenê bi zihniyeta parastinê tevdigerin dema bi ser gund de digirin van deran ji xwe re dikin hedef û her gundiyê ku bi ser mala wan de girtina pirsa van şkeft û birên avê ji wan kirine.

Her çiqas welatiyan rastiya gund û dîrok û erdnîgariya gund ji wan gotibin jî leşkeran bawer nekiriye û zerar dane gelek axur, şkeft û bîrên avê. Beriya 22 salan xaniyê Dayîka Halîse Karadenîz di topbarana leşkeran de xerab bûye. Dayîka Karadenîz diyar kir ku odeyek ji sala 1995'an maye jî di qedexeya 11 sibatê hatiye îlankirin xerab bûye û wiha axivî: "Hema bêje di binê her mala gund de şkeftek heye. Em dîroka wan nizanin lê di zemanê dapîr û bapîrên me de jî ev hebûn. Di sala 1995'an de ji gundê Herbê bi topên rangan mala min xerab kirin. Ji wê mala min odeyek mabû û di vê qedexeyê de jî ji bo ku şkeft di bin de bû ew ode jî xerab kirin.."

Karadenîz, da zanîn ku şkefta di binê odeya wê de bi kepçeyan xerab kirine, odeya wê jî di ser de hilweşandine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev 22 sal in deriyê vê şkeftê me girtibû. Beriya wê me weke axur bikar dianî. Niha bi kepçeyê xerab kirin û dibêjin PKK'î têde dibînin. Qey heger hin kes têde jiyan kiriban da hundirê şkeftê di vî halî de be. beriya 22 salan me çawa deriyê wê girtine hê jî wisa ye. Ne şopek a mirovan heye ne jî ev stargehên PKK'iyan e."

Nezîr Aykût ê 65 salî ku bavê wî hosteyê dîwaran ê gund bû da zanîn ku gundê wan li ser şkeftên dîrokî hatiye avakirin û axaftina xwe wiha got: "Der barê şkeftên li gund agahiya zelal tuneye. Lê li gor tê gotin beriya 2-3 hezar salan hatine çêkirin. Beriya me ermenî li vir dijiyan. Beriya wan jî hin gelên din jiyane û him li nava gund him jî li derdora gund bi hezaran şkeft û bîrên avê hene. Melayek gundê me yê mihelmî hebû, wî digot beriya niha nêzî 12-15 hezar avahî li gundê vî gundî hene. Piştre li ser van şkeftan avahî hatiye çêkirin. Di dema serdegirtina gund de leşkeran hewl dida ku van şkeftan weke stargehan nîşan bide û dipirsin ka çend şkeft hene li gund. Lê tu kes hejmarê nizane."

Aykût, anî ziman ku leşkeran hewl daye bîrên avê yên gundiyan jî weke stargehan nîşan bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi caran di bîrên avê yên gundiyan de lêgerîn pêk anîn. Beriya niha boriyên me yên avê tunebûn. Ji ber wê me bîrên ku 4-5 mîtro kûr û 6-7 mîtro fireh kolandine û ava zivistanê diçû van bîran de. Me jî him ji bo vexwarinê him jî ji bo çandiyê bikar dianîn. Heya sala 1995'an me ev bîr bikar dianîn. Hê jî di bexçeyê me de yek heye û ez ava wê bikar tînim."

Aykût, herî dawî got ku leşkeran gelek caran betona di odeya wî ya rûniştinê de jî kontrol kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Leşker berika (merş) di odeya min de rakir û bi lingê xwe beton kontrol kir. Digotin di bin vê betonê de şkeft heye. Li gundê me erdê rast tuneye û ji ber wê dema xanî tê çêkirin hin der bi keviran tê dagirtin lê leşkeran bawer nedikir. Piştî ku demek dirêj hundirê odeya min kontrol kirin bawer kirin ku tiştek di bin de tuneye."

Nedîm Oruç/Dîcle Muftuoglu - dîhaber