AMED - Çoltera gundê Mêrgê ya Licê ku qedexa hatibê îlankirin tê bombebarankirin.
Li 12 gundên Hezo û Licê yên Amedê qedexeya ku di 2'yê adarê de hat îlankirin berdewam dike. Li çoltera gundê Mêrgê ya Licê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate hînbûn ku helîkopterên skorsky, wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatine kirin. Li herêmê dengên çekan tê.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelî û qadên çiya tên bombebarankirin bi hezaran leşker û tîmên taybet jî li herêmê lêgerînan dikin.
Gundên Licê yên derketina derve li wan hatiye qedexekirin, ev in: Ortulu, Tûzlakoy, Hedîk, Kiralan, Yamaçli, Dernek, Saydamli, Bayirli (Mêrgê), Yalimli, Akçabûdak, Kiliçli, Ûlûcak, Yorûlmaz, Baharlar, Yaprakkoy, Yunluce, Guldîken û Ûçdamlar.