MÊRSÎN - Girtiyê Girtîgeha Çorumê Îdris Ozdemir bi riya malbata xwe der barê rewşa girtîgehê de bang li cemaweriyê kir û wiha got: "Li vir her dem gefê kuştinê li me dixwin. Em zêde guh nadin wan. Lê em nizanin dê çi bikin?"
Girtiyê Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Îdris Ozdemir bi riya malbata xwe ya li Mêrsînê der barê zextên li ser girtiyan de agahî dan. Dayika Îdrîs Ozdemîr Hediye Ozdemir, diyar kir ku kurê wê 7 salin girtî ne û her dem rastî sirgûnan tê. Dayik Hediye Ozdemîr, anî ziman ku dema ji bo ziyaretê çû girtîgehê, di ketin û derketina girtîgehê re dastî zextan hat û wiha got: "Kurê min diyar kir ku rayedarên girtîgehê gefên mirinê li wan dixwin. Rastî pêkanînên gardiyanan ên keyfî tên. Destûr nadin ku derkevin hewşê jî.
‘EM RASTÎ GEFÊN KUŞTINÊ TÊN'
Dayik Ozdemir, gotinên kurê xwe wiha parve kir: "Got 'Em rastî gefên kuştinê tên. Li vir rêveberya girtîgehê û gardiyan kîne em nizanin. Her dem gefên kuştinê li me dixwin. Dibêjim em dê bi şevê bi ser we de bigirin û we bikujin. Em her çend guh nedin wan jî em nizanin dê çi bibe. Em bi fikarin. Em dixwazin hûn van gotinên me bi parazvanên mafên mirovan û dozgeriyê re parve bikin. Em dixwazin her kes hestiyar tev bigerin.' û xwest dengê wan bê bihîstin.
Rayedarên girtîgehêjî têkildarî mijarê bi hinceta erka wan tune agahî nedan.