Pîlotê balafira Sûriyeyê ya ket hat dîtin

HATAY - Pîlotê balafira Sûriyeyê ya kete çoltera Hatayê serê sibehê hat dîtin û rakirin nexweşxaneyê.

Pîlotê balafira Sûriyeyê ya kete çoltera taxa Yaylacikê ya Hatayê serê sibehê hat dîtin û rakirin nexweşxaneyê. Li gorî îfadeyên şahidên bûyerê pîlot bi paraşutê xwe ji balafirê avêt nêzî 40 kîlometre dûrî enqaza balafirê li taxa Fatîklî ya navçeya Altinozu hat dîtin. Piştî ku paraşut hate dîtin ekîban xebatên xwe yên lêgerînê zêdekir kirin û ji ber ku herêm pir herî bû xebatên lêgerînê di bin şertên zehmet de berdewam kiriye.

Piştî lêgerîna 9 saetan nêzî 500 metre durî paraşutê pîlotê balafirê jî hat dîtin.

Pîlotê ku hate gotin ji Sûriyeyê ye û navê wî nehat aşkerakirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Altinozu û li vir piştî mudaxaleya yekem birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê û li vir tê dermankirin.

Hate hînbûn ku balafira ketiye yek kesî ye û li balafirê kesekî din tunebûye ji ber vê yekê jî li herêmê xebatên lêgerînê hate bidawîkirin.