Pêngava 3'yemîn a Xezeba Firatê berdewam dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, têkildarî pêngava 3'emîn a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirna Reqqa û Dêra Zorê daxuyanî da û diyar kir ku piştî ji ber rewşa hewayê hefteyek navber dabûn hamleyê dîsa dest pê kirin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ku herftey berê ji ber rewşa hewayê hatibû rawestandin, careke din berdewam dike. Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di daxuyana xwe de wiha got: "Em di Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de ji raya gitşî re radighînin ku Pêngava Sêyemîn a Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ya ku hefteyek berê ji ber rewşa hewayî hatibû rawestandin, carde didome. Vê carê dê dor li Reqqayê bê girtin. Armanca me di berdewama hemleya xwe ya ku îro hatiye destpêkirin de, ji bo qutkirina Reqqa ji Dêra Zor ye. Em ê herêmên ber ava Firatê bi temamî bixin destê xwe. Da ku em dorê li Reqqa bigirin û çeteyan di hundirê wê de bixin çemberê. Ev hemele bi awayekî kordînekirî bi Koalîsyona Navdewetlî ya li dijî DAIŞ'ê ku piştgiriya ezmanî û şêwirî li ser erdê didin hêzên me pêk tê."

'EM BAWER DIKIN KU HÊZÊN ME DÊ ERKA XWE SERKEFTÎ PÊK BÎNIN'

Odeya Çalakiyan a Xexeba Firatê di daxuyaniyê de bal kişand ser amedekariyan û wiha bi dawi kirin: "Di hefteya derbasbûyî de fersetek ji hêzên me re hat ku em amadekariyan bikin û pîlanên xwe ji nû ve pêk bînin. Da ku em bighêjin wê astê ku em bi vê rewşa hesas re têkildar bin. Amadekariya hêzên me temam bûne û muralê şervanan bilinde. Em li benda şerekî û berxwedan li dijî dijminan in, em bawer dikin ku hêzên me dê erka xwe serkeftî bi dawî bike. Li ser vî esasî em mizgîniya rizgarkirina gelê me ya herêmê parve dikin û em bang li hemû welatiyan dikin ku piştigirya hêzên me bikin û li derdora hêzên me kom bibin. Em soz dikin ku em ê sivîlan bi hemû hêza xwe biparêzin, ji bo em gelê xwe yê sivîl biparêzin, bi ewle bikin û dûrî herêmên şer bikin, em ê tekoşînê mestir bikin."