Abonetiya rojnameyê bi kêfî tê astengkirin

WAN - Girtiyên ku li Girtîgeha Wanê dimînin daxwaza wan a abonetiya ji bo rojnameya Rojeva Medya bi gotina "di her rûpelekî wî de propaganda heye" tê astengkirin.

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimînin daxwaza wan a abonetiya ji bo rojnameya bi kurdî ya Rojeva Medya ji aliyê îdareya girtîgehê ve her carê bi gotina "di her rûpelekî wî de propaganda heye" tê astengkirin, nayê qebûlkirin. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya hate girtin Nedîm Turfent di hevdîtina telefonê ye hefteyî de ji malbata xwe re parve kir û get ku daxwaza wan a abonetiyê her carê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi awayekî kêfî tê astengkirin.

Turfent jibilî vê jî got ku rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku di 28'ê Sibatê de bi manşeta "Derketineke din tuneye" jî bi hinceta ""yetîkiya dewletê tehdîd dike" ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nedane girtiyan.