ÊLIH - Welatiyê bi navê Kerem Arslan ê ku li nokteya kontrolê wesayîta zirxî pêlê kir li gundê wî hat definkirin.
Cenazeyê walatiyê bi navê Kerem Arslan ê ku di kontrola riya Sêrt-Êlihê wesayîta zirxî a polîsan pêlê kir piştî karên otopsiyê radestî malbatê hat kirin.
Malbatê cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihe girtin û li gundê Gire Evêsê definkirin. Hat zanîn ku Arslan bavê 3 zarokane.