MÊRSÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê êrîşa zabita ya li dijî welatiyê Sûriyeyî Haydar Hammad ê kaxiz kom dikir parast. Şaredariyê diyar kir ku zabite karê xwe pêk anîye.
Zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrsînê di 1'ê Adarê de dema zarokê Sûriyeyî Haydar Hammad kaxiz kom dikir, li wî dan erebeya destê wî ji wî stendin. Piştî ev dîmenên tundiyê belav bûn, şaredariyê têkildarî mijarê daxuyanî da û zabitayê xwe yê tundî pêk anî parast. Şaedariyê diyar kir ku dê derd barê saziyên çapemeniyê yên nûçe çêkirine de serlêdana sûc bike.
Dîmenên tundiya zabitayan a li dijî zarokê Sûriyeyî Hammad ji aliyê dihaberê ve hat kişandin û kir nûçe. Li ser vê nûçeyê rayedarên şaredariyê daxuyanî da û tundiya zabitayên xwe parast. Şaredariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku zabitayên wan karê xwe pêk anîne. Di dîmenan de dema zabitayan zarok darp kirin û welatiyên derdorê bertek nîşanî zabitayan dan, zabitayan êrîşî mirovên derdorê jî kirin. Piştî dîhaberê ev kişand û kir nûçe ev tundî ket rojeva cemaweriyê. Li ser vê yekê şaredariyê daxuyanî da û diyar kir ku dê der barê çapemeniyê de serlêdana sûc bike. Şaredariyê parast ku zabitayên wan teqez tundî pêk neanîye. Lê dî dîmenan de pir aşkere xuya dike ku zabiteyan tundî pêk anîye. Li gel hemû geşedanên neyînî zabitayên me bi xwînsarî peyvira xwe pêk anîne. Cambazên medya civakî û malperan wekî her carê raya giştî şaş agahdar kirine û rastî berovajî kirine. Dê der barê van kesan karê hiqûqî bê kirin. Zabitayên şaredariyê karê xwe pêk anîne."