Pêkutiyên li ser girtiyên Girtîgeha Nevşehirê zêde bûn

ENQERE - Pêkutiyên li ser girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê zêde dibin. Girtî Hasan Ogut, diyar kir ku piştî girtiyên ji doza Gulen tên darizandin anîn girtîgehê pêkutî û zextên li ser girtiyan zêde bûne.

Zextên li ser girtiyan her roj di rojevê de ye. Niha jî hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê girtî rastî pêkutiyan tên. Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Tîpa E ya Newşehîrê tê girtin Hasan Ogut, name ji Federasyona Komeleya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) re şand û bal kişand ser pêkutiyan.
Ogut di nameya xwe de diyar kir ku piştî hewldana darbeyê, endamên FETO anîn girtîgeha wan û wiha got: Piştî endamên Cemaeta Fethula Gulan anîn vir em niha di odeya 6 kesan de 13 kes bi cih kirine. Odeyên herî baş dan endamên FETO û em hemû di hucreyeke de kom kirin.

‘EM HATIN TECRÎDKIRIN

Ogut, anî ziman ku ew di odeyek biçûk de hatine tecrîdkirin û rastî gefên rayedarên girtîgehê tên. Ogut, bilêv kir ku bi dehan caran daxwazname dane rêveberên girtîgehê û sewqa xwe xwestine, lê rêveberiya girtîgehê ew di vir de tecrid kirine û got: "Em li vir di bin tecrîda giran de dijîn."