STENBOL - Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Hasan Ceyhan ê li Qada Bakirkoyê dema pîrozbahiya 8'ê Adarê de rojname belav dikir hate binçavkirin.
Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Hasan Ceyhan ê li Qada Bakirkoyê ya Stenbolê dema pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de rojname belav dikir hate binçavkirin. Ceyhan di têketina qadê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û rojname desteser kirin Ceyhan jî bi hinceta der barê wî de biryara "lêgerînê" heye bin çav kirin.