Li 12 gundan qedexe rabû û li 18 gundan jî didome

AMED - Walîtiya Amedê diyar kir ku qedexeya di 2’yê Adarê de li 12 gundên Licê û Hezoyê hat îlankirin hatiye rakirin. Qedexeya ku serê sibê li 18 gundên Licê hatiye îlankirin jî didome.

Walîtiya Amedê, "qedexeya derketina derve" ya "ji ber operasyona li herêma çolter û daristanê" di 2’yê Adarê de li 12 gundên navçeyên Licê û Hezoyê îlan kiribû rakir. Di daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ku qedexe 5’ê Adara 2017’an saet di 09.00’an de hatiye rakirin.

Li aliyê din qedexeya ku serê sibê li 18 gundên Licê hatiye îlankirin jî berdewam dike.