MÊRDÎN - Heyeta ku Wekîla Hevserokatiya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek û Dayîkên Aştiyê yên Amedê di nav de bûn gundên Xerabê Bava û Talatê ziyaret kir.
Heyeta ku ji Wekîla Hevserokatiya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, Endamên Meclîsa Partiyê yên DBP'ê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserok û rêvenerên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê û endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Amedê pêk tê gundên Xerabê Bava û Talatê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ziyaret kir. Heyet destpêkê gundê Xerabê Bava ziyaret kir û li vir bi gundiyên ku 19 rojan di bin îşkence û dorpêça leşkeran de mane hatin gel hev. Her wiha heyetê li mal û axurên hatine hilweşandin û şewitandin geriyan û ji bo rapor amade bikin ji gundiyan agahî wergirtin.
Piştî gundê Xerabê Bava heyet çû gundê Talatê û li vir bermahiyên hilweşandina 6 avahiyên dîrokî di cih de kontrol kirin. Piştî ku heyet li vir jî bi gundiyan re hat cem hev û agahî ji wan wergirtin bi şêniyên gund re daxuyanî dan. Wekîla Hevserokatiya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek diyar kir ku bi van polîtîqayên tunekirinê dewlet nikare gelê kurd bitirsîne û wiha axivî: "Bi rojan li ser gundiyên me tundî pêk anîne û bi çekan gef şêniyên gund xwarine. Me ev hovîtî li Nisêbîn, Cizîr û Silopî dît. Ev yeka ku tê kirin tu dem nayê qebûlkirin. Em ji vir bang li komeleyên mafên mirovan dikin ku werin ev tişta hatiye kirin di cih de bibînin."
Li ser navê Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran da zanîn ku tişta DAIŞ li Rojava tîne serê gel li Bakûr jî pêk tên û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tişta DAIŞ dike li Bakûr jî li ser gel didin meşandin. Hûn gundên me, bajarên me jî xerab bikin em vê axê naterikînin. Bang dikin dibêjin dengê xwe bidin me. Hûn bi çi rû dibêjin bila gelê kurd dengê xwe bide me. Bila tu bendewariya we tunebe."
Piştî daxuyaniyê heyet ji gund veqetiya.