AMED - Li Ameda ku ji ber qedexeyên derketina derve jiyana rawestiya ye, di 14 mehîn dawî de li 9 navçeyan qedexe hat îlankirin û bi giştî dike 724 roj. Qedexeya herî dirêj a ku li Sûrê hat îlankirin û 16 meh li pey xwe hişt, li Licê ji ber 30 caran qedexeya derve hat îlankirin 86 rojan welatî ji malên xwe derneketin.
Di demên dawî de qedexeyên ku ji aliyê walî û qeymeqam ku bi hincetên operasyonên leşkerî li navenda bajar û gundên wê hatin îlankirin bûne perçeyek ji jiyana herêmê. Bi “qanûna ewlekariya hundir” a ku hikûmetê di sala 2015’an de l Meclîsê re darbas kir re walî û qeymeqamên bi rayeyên bilind hatin peywirdarkirin, bal kêşe ku di benda C a 11’emîn madeya qanûna îdareya bajar a hejmar 5442 ku walî û qeymeqam ji xwe re bingeh digirin hikmê qedexeyê nîne.
Parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnas ên ku van pêkanînan rexne dikin diyar dikin ku tu bingeha vê ya hiqûqî tune ye. Hiqûqnas dibêjin ku qedexeya derketina derve tenê di dema Qanûna Rewşa Awarte ya hejmar 2935 û Qanûna Rêveberiya Awarte ya hejmar 1402 de dikarin bên pêkanîn.
LI HER NAVÇEYÊ HER MEH QEDEXE TÊ ÎLANKIRIN
Li coltarên cihên jiyanê yên qedexeya derketina derve lê hatin îlankirin heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û jiyan jî hatiye ber sekinînê. Gundiyên ku li coltaran bi xwedîkarina lawir û çandiyê demara xwe dikin ji ber li coltaran ewlehiya canê wan tune ye nikarin êdî xebatên xwe yên aborî bidin meşandin. Di demên dawî de ji ber qedexeyên derve tên îlankirin di serî de li Amedê û gelek cihan jiyan rawestiya ye. Li navçeya Sûrê qedexeya ku 16 mehên xwe temam dike di cîhanê de qedexeya herî dirêje, li gundên Licê, Farqîn, Hênê, Karaz, Hezo û Pasûr jî qedexe hertim tên îlankirin. Bi taybet di qanûnan de navê navçeya Licê derbas dibe.
QEDEXEYA LI 7 NAVÇEYAN HAT ÎLANKIRIN 236 ROJAN BERDEWAM KIR
Li gorî îlanên k udi sîteya walîtiyê û yên me komkirine ji Çileya 2016’an heta Adara 2017’an li gundên çoltara Liceyê 30 caran qedexe hatiye îlankirin û qedexe 86 rojan berdewam kiriye. Li Hênê 13, Hezo 12, Farqînê 10, Karaz 9, Pasûr 5 û Pîranê 3 caran qedexe hatiye îlankirin. Ji ber van qanûnan li hezo 40 roj, Hênê 35, Karazê 33, Farqînê 25, Pasûrê 11 û Pîranê jî 6 rojan qedexeya derketina derve hat pêkanîn.
Li aliyê din li navenda navçeya Rezanê di nava 15-21 Adara 2016’an de qedexe hat îlankirin û li Sûrê jî li 6 taxan ev 16 mehin qedexeya derketina derve didome.
Ji Çileya 2016’an heta Adara 2017’an bi giştî 724 roj qedexeya derketina derve hat jiyîn.