Amedî: Ma em ê çima bêjin ‘Erê’?

AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku dê bi guhertina qanûna bingehîn rejîma zilamekê bê dê ev bi xwere tiştekê ji wan re neyîne û wiha gotin: “Em ê çima bêjin ‘Erê’.”

Welatiyên Amedê yên ku guhertinên qanûna bingehîn ên bi hevkariya Ak Partî-MHP’ê de di 16’ê Nîsanê de dê pêşkêşî referandumê bêkirin nirxandin diyar kirin ku ew ê di referandumê de bêjin “Na”. Welatiyê bi navê Mehmet Fîdan diyar kir ku guhertinên qanûna bingehîn dê tiştekê ji wan re neyîne û wiha got: “Ev mesele tene serokomar eleqedar dike. Ev guhertin me û welat eleqedar nake. Tenê çareyek me heye ew jî ji vê guhertinê re gotina Na ye.”

‘DIVÊ KESÊN TESLÎMYETÊ QEBÛL NEKIN BÊJIN NA2

Welatiyê bi navê Mehmet Tahîr Ulug da zanîn ku pêşnûmeya mijara gotinê wekî gelê kurd dê tu tiştekî ji gelê tirk re jî neyîne û wiha pêde çû: “Ev guhertin ji bo zilamek xwe bixe garantiyê tên kirin. Zilamê li serî, ewqas sûckirine ku ger ji wir bînin xwarê dê bikaribe bê darvekirin jî, ji ber vê ji bo li cihê xwe bimîne serî li hemû riyan dide. Li herêmê bi sedan ciqan hatin qetilkirin, parlamenterên me hilbijartine hatin girtin ji ber vê me ê bêjin Na. Divê hemû kesên teslîmyetê qebûl nekin bêjin Na.”

Walatiyê bi navê Tahîr (58) ê ku dibêje ‘di Na’ye de xêr heye’ bi lêv kir ku dê bi guhertinên qanûna bingehîn zilamek bê serî, dê kesek nikaribe vî zilamî kontrol bike û ji bilî Na kesek nikare tiştek din ji wî bixwaze.

‘GER NA DERBIKEVE DÊ HIZUR Û AŞTÎ BÊ WELAT’

Walatiyê bi navê Mehmet Şerîf Yanik destnîşan kir ku serokomar Erdogan çav sor bûye, li welat her roj mirov dimirin û got ger di referandumê de Na derbikeve dê hizur û aştî bê welat.
Ramazan Yildirim da xuyakirin ku tiştên li herêmê hatin jiyîn wijdana gel nerihet dike, ew ê di referandumê de bersiva vê bidin û wiha got: “Dixwazin li herêma împaratoriya tirsê ava bikin. Tiştekî ji mirinê wêdetir tune ye. Em ê bêjin Na.”

‘MA EM Ê ÇIMA BÊJIN ERÊ’

Ciwanê bi navê Muhammed diyar kir ku parlamenterên wan hilbijartine hemû xistine girtîgehan ger di referandumê de ‘Erê’ derbikeve dê wan hemûyan bixin girtîgehê û bi goitna “ma em ê çima bêjin Erê” got ew êdi referandumê de bêjin Na.

Welatiyê bi navê Metîn da zanîn ku ji bo ew di referandumê de bêjin “Erê” tu sedemên wan tune ne û wiha domand: “Ka wekî dibêjim em Erdogan wekî mirovekî çar çar bihesibînin û bikin serok. Paşê kesê piştî wî tê da kesek çawa be? Ne mimkûne em di referandumê de bêjin ‘Erê’.

Hasan Olçen jî wiha axivî: “Pergala heyî her tim xebatkarên xwe mexdûr dike, ez bawer dikim ku dê guhertin rewşê xirabtir bike. Ji me re dibêjin ‘Bira’ lê destûr nadin ku birayê wan perçeyek nan jî bixwin. Em ê ji vê pergalê re bejin Na.”