Der barê mirina xwe de li rojnameger Aktaş doz hate vekirin!

AMED - Der barê Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ji bo nûçe çûbû Cizîrê û ji ber ku mala dima hate bombekirin û jiyana xwe ji dest da de vê carê jî bi hinceta nûçeya (!) mirina xwe çêkirine bi daxwaza 7 sal û nîv doz hate vekirin. Der barê Aktaş de piştî ku hate kuştin 4 meh derbas bû di doza ku hatibû vekirin de bi hinceta neçûye îfadeyê biryara girtinê hatibû derxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der heqê Midûrê Karên Nivîsan Rohat Aktaş ê dema li Cizîrê Nûçe dişopand û di êrîşa li dijî jêrzemînê de hat kuştin, piştî hat kuştin doz vekir. Rohat Aktaş di sibata 2016’an de dema qedexe û dorpêça li ser Cizîrê berdewam dikir nûçe dişopand di êrîşa li dijî jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî Aktaş hat kuştin di 6'ê Hezîrana 2016’an de dozek din vekir. Doz ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger, di îdîanameya ji 3 rûpelan pêk tê de bi hinceta du rûpelên 7'an ên hêjmarên 3 û 9'ê Sibata 2016'an ên Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin de “Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir û xwest Aktaş heta 7.5 salan bê cezakirin. Li gel ku di wê demê de Aktaş jiyana xwe ji dest dabû jî dozger dîroka tawanbarkirina Aktaş 9'ê Sibata 2016'an nîşan da. Rûniştina doza Aktaş li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam dike.

' NÛÇEYA MIRINA XWE ÇÊKIRIYE Û 'PROPAGANDA RÊXISTINÊ' KIRIYE!'

Dozger di îdîanameyê de cih da 14 nûçe û qunciknivîsên tercumeya tirkî ya rûpela 7'an. Dozger îdîa kir ku nûçeyên li Cizîr, Sûr û Geverê yên der barê îhlal, şerê YPS’ê û nûçeyên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatine weşandin delîlên sûc in. Dozger nûçeya di 9'ê Sibata 2016'an de ya li ser kuştina 60 kesên ku Rohat Aktaş ji di navde di jêrzemîna li Cizîrê hatin kuştin hat weşandin jî wekî delîla sûc nîşan da.

Dozger di îdîanameyê de wiha cih da wergera nûçeyê û îdîa kir ku bi gotinên “Çeteyên AKP'ê li Cizîrê 60 sivîl qetil kir. Gelê kurd ji bo talê hilîne daketin qadan. Dewleta AKP'ê li Bakurê Kurdistanê hovîtiyê pêk tîne. Di 6 mehên dawî de 460 sivîl hatin qetilkirin." “Propaganda rêxistinê" kiriye. Lê nûçeya ku dozger got propaganda kiriye di nava 60 kesên hatin kuştin de Aktaş jî hebû.

XWEST AKTAŞ JI MAFÊ HILBIJARTINÊ BÊ PAR BÊ HIŞTIN

Dozger, îdîa kir ku di rojnameyê de nivîs û wêneyên “propaganda PKK û KCK’ê" kirine hatine tespîtkirin û ji ber vê yekê Berpirsiyar û Midûrê Karên Nivîsan Aktaş tespît kirine û doz vekirine. Dozger diyar kir ku pêvajoya dozê 4 mehin û ev dîrok di 15'ê Sibata 2016'an de diqede û parastina Aktaş nehatiye girtin. Dozger îdîa kir ku Aktaş “Propaganda rêxistinê kiriye" û xwest Aktaş bê darizandin û ger ji vî sûcî bê tawanbarkirin xwest ji mafê endamtiya vakif, komele, sendika, şirket, kooperatif û xebatên partiyên siyasî bê par bê hiştin.

ÇI BÛBÛ ?

Rohat Aktaş, dema li Cizêrê nûçe dişopand, ji ber êrîşan xwe avêt jêrzemîna avahiyekê. Tevî gelek kesên birîndar derbasî jêrzemînê malekê bû û di jêrzemînê de piştî 6'ê Sibata 2016'an agahî jê qut bû. Ji bo Aktaş û kesên birîndar rakin nexweşxaneyê li gel hemû serlêdan û hewldanan leşker û polîsên Cizîr dorpêç kiribûn destûr nedan. Ji bo xelaskirina Aktaş û birîndaran saziyên sivîl û saziyên rojnamegeran bang li rayedarên Tirkiye û DMME'ê kir û xwestin tedbîr bên girtin, lê tedbîr nehatin girtin. Di encama topbaranê de tevî Aktaş zêdeyî 130 kesan di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dan. Di encama testa DNA de derket holê ku Aktaş jî di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest daye û Cenazeyê wî li Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînorê Xaburê ye.
Di 24'ê Sibata 2016’an de agahiyên nasnameya Aktaş diyar bû û terket holê ku li gel Aktaş Endamê Meclîsa DBP'ê Mehmet Yavuzel jî di henan jêrzemîne de jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê Aktaş û Yavuzel di 26'ê Sibata 2016’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi merasimekê hatin definkirin.

Deniz Tekin - dihaber