Di koçberiya navbera Xerabê Bava û Nisêbînê de rengê zilmê neguherî

MÊRDÎN - Jina bi navê Sabîha Dogan a ku ji ber ku gundê wan hate valakirin koçî Nisêbînî kirin ji vir jî ji ber êrîşan careke din vegariyan gund diyar kir ku di dorpêça 19 rojan de leşkeran sîxurî li ser wê û zarokên wê ferz kirine.

Jina bi navê Sabîha Dogan a ji gundê Xerabê Bava ku 19 rojan di bin dorpêça leşkeran de ma diyar kir ku leşkeran her roj bi zorê dixwest ew sîxurtiyê bikin dema ku wan ev yek red kiriye leşkeran vê carê berê xwe daye kurê wê yê 7 salî û keça wê ya 15 salî.

Derket holê ku leşkerên 19 rojan gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dorpêç kirine xwestine gundî ji wan re sîxurtiyê bikin. Leşkerên ku hewldana wan ya sîxurtiyê ji aliyê dê û bavan ve hatî redkirin xwe li vê yekê negirtin û hewl dan bi zorê sîxurtiyê li ser zarokan pêk bînin.

Jina bi navê Sabîha Dogan diyar kir ku leşkerên bi caran li ser mala wê de girtine rûpoş bûn û ev tişt gotin: "Dema bi ser mala me de digirtin bi zorê digotin hûnê biaxivin. Di dema qedexeyê de ez, keç û kurê xwe bi tenê li malê bûn. Dema leşker dihatin digotin, 'ka ew terorîst' min digot em tiştekî nizanin. Li ser bersiva me digotin, 'li vî gundî tu kes tu tiştî nizane' her çiqas me gotiba em nizanin jî dîsa her roj bi ser mala me de digirtin."

XWESTIN ZAROKÊ 7 SALÎ JI WAN RE SÎXURTIYÊ BIKE

Dogan da zanîn ku dema wê gotiye ez tiştekî nizanim leşkeran hewl daye bi zorê li kurê wê sîxurtiyê bidin kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Leşkerên ku hatine mala me xwestin bi zorê kurê min ji cem min bibin. Gotin kurê xwe bide em li gel xwe bibin. Min destûr neda û destê xwe li singê fermandarê wan da. Min got hûn lawikê min ditirsînin. Piştre gotin, 'tu û kurê xwe bi tenê dijîn' dema min got na keça min jî heye niha li mala apê xwe ye, gotin her wê jî bîne. Min nexwest ez tenê biçim lê digotin bila kurê te li vir be tu tenê here. Şekirok radestî kurê min kirin lê lawikê min negirt. Dema ji kurê min pirsî tu çima şekirok nagire min got hûn dixwazin bi wê kurê min bixapînin û em tiştekî nizanin."

DEV JI KURÊ MIN BERDAN ÊDÎ BELA XWE LI KEÇA MIN DAN

Dogan anî ziman ku piştî keça wê ji mala apê xwe hatiye malê îja leşkeran ji bo sîxurtiyê berê xwe dane wê û wiha dirêjî da axaftina xwe : "Ji keça min re digotin, 'diya te gotiye ez her tiştî dizanim, ka ji me re bêje' dema keça min li min nêrî min got tiştek wisa tuneye. Îja keça min xwe li wan aciz kir û go hûn çima wisa dikin. Piştre çek danin ser serê min û gotin tu neaxivî em ê guleya bera serê te bidin. Min got wan li serê min bixin û ez tiştekî nizanim, qey ez derewan bikim? Herî daw gotin tiştek derkeve em ê te bikujin."

MIN NISÊBÎN JÎ GUND JÎ DÎT

Dogan bertek nîşanî lêgerîna leşkeran a her roj kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Qereqola leşkeran li nêzî gundê me ye û leşkerên wan her dem me dişopînin. Ger tiştek hebûya wê ji vir derketina holê. Berê gundê me vala kirin em çûn Nisêbînê. Piştre em ji Nisêbînê hatin vir. Min şerê li Nisêbînê jî yê li vir jî dît. Dixwazin gund û bajarên me hilweşînin."

Nedîm Orûç / Dîcle Muftuoglu - dîhaber