MÊRDÎN - Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, têkildarî êrîşên komên PDK'ê diyar kir ku ev êrîşên li dijî Şengalê pêk tên berdewama fermana 73'emîn e û xwest êzidî li hember van êrîşan li her dera cîhanê rabin ser piyan.
Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê yê êzîdî Alî Atalan, der barê êrîşên komên PDK'ê yên xwe weke Pêşmergeyên Roj pênase kirin, diyar kir ku êrîşên li dijî Şengalê pêk hatîn xizmeta feraseta DAIŞ'ê dike û wiha got: "Piştî fermana 73'emîn me digot hem hêzên navneteweyî, hem hêzên me û hêzên êzdî hem jî dewletên herêmê sûd ji vê fermanê wergirtine û êdî destûrê nadin êrîşên hember gelê êzidî. Diviya piştî vê fermanê wiha nêzî me bûbana ku em gelê êzdî yê di rojhilata navîn de qedîm bibin xwedî statûyekê. Lê mixabin ev êrîşa dawî, ev provakasyon û zilma dawî heman şêwazê DAIŞ'ê ku dixwest Şengal bê êzdî bimîne ango rojhilata navîn bê êzdî bimîne û ev ol ji holê rabe. Sedem çibe bila bibe ev êrîş xizmeta feraseta DAIŞ'ê dike."
'EV ÊRÎŞ TIRSA LI HEMBER DESTKEFTIYÊN ÊZDIYAN E'
Atalan, sedema van êrîşan jî weke dijminatiya bi hezar salan a li dijî ola êzdiyatiyê bi lêv kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Siyasetek bi hezaran salan ku dijmatiya êzidiyan dike îro li ser kar e. Ev siyasetek dûvdirêj e. Xwediyê vê ferasetê DAIŞ e, partiyeke weke AKP'ê ku di îxtîdara Tirkiyeyê de cih digire û hevalbendên wê ne. Ev tu dem naxwazin êzdatî weke ol di rojhilata navîn de bibe xwedî cihekî berçav û civaka êzdî bibe xwedî statuyeke rûmet. Ev tu car di feraset û birdoziya xwe de vê yekê qebûl nakin. Sedema vê êrîşê pêşîgirtina bidestxistina statuya Êzdîxanê ya di Şengalê de dîsa bûye xwedî zirûf û zemînek ava kiriye. Êzdiyan berê xwe dabûn welatî xwe, hêviyek û baweriyek ji wan re çêbûbû. Ev êrîş tirsa bidestxistina mafên êzdîtiyê ye."
EV HÊZ ÇIMA NAÇE HERÊMA DAIŞ'Ê?
Atalan, da zanîn ku kesên xwe weke Pêşmergeyên Rojava bi nav dikin heya îro li hember çeteyên DAIŞ'ê guleyek ne teqandine û axaftina xwe wiha domand: "Di esasê xwe de ev kes di zihniyeta AKP'ê de ne ku li hember ola êzdatiyê ye. Ev kesên xwe weke Pêşmergeyên Rojava bi nav dikin dibêjin vaye Rojava hazir e. Ev çend sal in YPG'ê şer dikin xwîn rijandine em ê biçin bixwin. Ev hêz her tim hînî xwarina hazir bûne. Di îdeolojiya wan de afirandin, ked, kefadarî û fedayîtî hîç tuneye. Ev hêz weke nexweşiyekê ne û weke parazîta ji xwîna însanan jiyana xwe berdewam dike. Kî mûçe dide van kesan, kî çek dide van, kî van perwerde dike. Çima heya niha DAIŞ li wir bû nediçûn şer nedikirin. Niha Êzdîxan, Şengal ber bi azadiyê ve diçe, êzdiyan xwe bi rêk û pêk kirine. Îro naçin Devera ku DAIŞ têde ne lê tên devera ku êzdiyan rizgar kirine û têde dijîn."
'BENÊ VAN HÊZAN DI DESTÊ TIRKIYEYÊ DE YE'
Atalan, anî ziman ku ev çeteyên êrîşî Şengalê kirine ji aliyekî ve dibêjin em Kurdistanek azad dixwazin ji aliyê din ve hevalbendiyê bi Tirkiyeyê re dikin û wiha pêde çû: "AKP hemû siyaseta xwe ya li rojhilata navîn li hember destkeftinên gelê kurd dimeşîne. Ev kesên ku îro êrîşî Şengal kirine dibêjin em Kurdistanek azad dixwazin. Ev çi nakokiye ku AKP a ku dijminatiya kurdan dike çek dide van. Benê (werîs) van hêzên di destê Tirkiyeyê de ye. Îro Tirkiye dibêje ger ev hêz peywira xwe pêk neîne em ê her aîkariya wan. yanê talîmat rast e rast ji Tirkiye diçin. Madem armanca van a Kurdistanê hebe Erdogan wê çawa piştgiriyê bide van. Van kesan navek li xwe kirine ku gelê kurd pê were xapandin. Esas û cewhera vê hêzê, hêza kontroya Rojava ye."
DIJMINÊ ÊZÎDIYAN PIŞTÎ DAIŞ'Ê PÊŞMERGE NE'
Atalan, destnîşan kir ku ev çeteyên êrîşî Şengalê kirine tu cudahiya wan û DAIŞ'ê ji bo gelê êzdî tuneye û wiha got: "Ev kesên xwe firotîne. Kesên ku êrîşî Şengalê kirine tu ferqa wan û çeteyên DAIŞ'ê tuneye. Ji îro û pêde dijminê sereke piştî DAIŞ'ê ev in. Bila her kes vê baş bizanibe. Divê di qada navneteweyî de jî bila ev û ENSK werin teşîrkirin û weke rêxistinek terorê bên hesibandin. Ev ne hêzeke azadî xwaz û ji bo gelê xwe xizmetê dike ye. Ev hêzek kontra ye. kesên ku li dijî civaka êzdî tevbigere ji bo me dijmin e. Divê her êzdiyê rûmet û bi xîret vê yekê baş bizane."
ÊZDÎ WÊ BIRYARA PÊŞEROJA ŞENGALÊ BIDIN
Atalan, xwest êzdî li hember van êrîşan tifaqa xwe xurt bikin û wiha berdewam kir: "Divê her kesê ku bêje ez êzdî me li hember vê yekê derkeve. Di kîjan fikre de be bila be lê di vê demê de divê em êzdî bibin yek. Yekgirtinek me nebe em ê nekarin li hember van hêzên tarî li ser piyan rawestin. Divê em hemû xwe bikin yek û li dijî van dijminan derkevin. Em spas dikin ji bo wan êzdiyên pêşmerge ku nexwestine li dijî birayê xwe şer bikin. Şengal a êzdiya ye û kî hêz ê li vir be kî wê biçe biryara vê gelê êzdî wê bide. Îro kî destê xwe dirêjî gelê êzdî bike em spas dikin ji bo wan lê dema Êzdînxan azad bû gelê êzdî wê biryara xwe bide."
DI NAVA VÊ HÊZÊ DE SÛBAYÊN TIRK HENE
Atalan, heri dawî da zanîn ku kesên êrîş kirine hêzek ji derve hatiye û wiha bi dawî kir: "Ev hêza ku îro êzdî şehîd kirine hêzek ji derve hatiye. Van hêzan guleyek li dijî DAIŞ'ê bikar neanîne. Van hêzan tenê kesek jî ji DAIŞ'ê ne kuştine. Yên ku ewil qetil kirine êzdî ne. Yê ku êzdiyan bikuje, ne însan e, ne welatperwer û azadîxwaz e. Ev dijminatiya li hember gelê kurd e. Bila her kurd bi taybetî her êzdî vê ba bizane ku hêza hatiye Sinûnê ji ku hatiye. Di nava vê hêzê de sûbayên tirk hene. Ev sûbayên AKP'ê ne. Mebest û armanca van hêzên qirkirin û dijminatiya êzdiyan e. Bila her êzdî vê bizane û ji ber vê yekê em yekîtî û tifaqa xwe çê bikin."