ENQERE - Parlamentera berê ya HDP'ê Ayla Akat a ku di serdemên 23 û 24'emîn de parlamenterî kir û niha girtî ye, di odeya yek kesî de tê girtin têkîldarî mijarê pêşnûme pirsa ku hat dayîn ji aliyê Meclîsê ve hat îadekirin.
Parlamentera berê ya HDP'ê Ayla Akat Ata ya ku di serdemên 23 û 24'emîn de parlamenteriya Êlihê kir piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî bû Berdevka Kongreya Jinên Azad a (KJA) bi Biryaranameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, di 30'e cotmeha 2016'an de hate binçavkirin û girtin. Ata piştî ku hate girtin ew birin Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê û ji wê demê heta niha jî di odeya yek kesî de tê girtin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ev rewşa Ata ya ku du serdeman parlamenterî kiriye anî rojeva Meclîsê.
Ayhan ji bo ku Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bi bersivîne pêşnûmepirs da û sedema di bin tecrîdê de girtina Ata pirsî. Ayhan di 17'ê çileyê de rewş bir rojeva Meclîsê û ev pêşnûme pirs bêbersiv hat hiştin.
Wezareta Dadê ku muxatabê mijarê ye ev yek qet nebir rojeva Wezareta Dadê jî û bi îmzeya Serokwekîlê Meclîsê yê AK Partiyê Ahmet Aydin ve hate îadekirin.