AMED - Li Licê çoltera 18 gundên ku qedexe hatiye îlankirin bi beşdariya bi hezaran leşker, polîs û cerdevanan ve operasyon hate destpêkirin. Ji welatiyên qada operasyonê ne agahî nayê girtin.
Li 18 gundên navçeya Licê ya Amedê ku qedexeya derketina derve hate îlankirin bi hezaran leşker, polîs û cerdevan sewqî herêmê hatin kirin û operasyon hate destpêkirin. Çoltera gundan ji duh ve ye bi balafirên şer û helîkopterên kobra û skorsky ve tê bomberabarankirin, wesayîtên zirqî sewqî herêmê hatine kirin. Bi hezaran leşker, polîs û cerdevanan herêm dorpêç kirine û hate hînbûn ku makîneyên kar ên aydî Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) jî birine herêmê.
Herêma ku ji duh êvarê ve ye ji bo çûn û hatinan hatiye girtin şebekeyên telefonan jî nakişîne. Ji ber vê yekê ji welatiyên gundan dijîn agahî nayê girtin. Hate hînbûn ku dibe ku operasyon ber bi Çemê Elik, Xirabê û Spênî ya li sêgoşeya Licê-Hênê-Dara Hênî ye bê berfirehkirin.
Li çoltera gundê Mêrgê ya Licê ku qedexeya hatiye îlankirin duh dengê çekan hatibû.
Walîtiya Amedê têkîldarî operasyona ku hatiye destpêkirin daxuyand ku 7 hezar cendirme, 600 tîmên taybet û 559 cerdevan beşdarî operasyonê dibin. Dîsa di operasyonê de 17 helîkopter, 33 kobra, 35 kîrpî, 16 ejder û wesayîtên Land Rover tên bikaranîn.