ENQERE - Hewldana Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DÎB), bal kişand ser rapora Komîsyona Venedikê ya der barê OHAL û referandumê û xwest bi lezgîn dawî li OHAL'ê bînin.
Hewldana Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DÎB), têkildarî rewşa OHAL û xebatên referandumê daxuyanî da. DÎB'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser rapora Komîsyona Venedîkê ya bi ser navê "Di şertên OHAL'ê Qanûna Bingehîn nayê sazkirin" û xwest rapora Komîsyona Venedikê li ber çavan bê girtin.
DÎB'ê di daxuyaniyê de xwest an li gorî rapora Komîsyona Venedikê di şertê OHAL'ê de avakirina Qanûna Bingehîn bê betalkirin an jî di pêvajoya ku qanûna bingehîn tê sazkirin de OHAL bê rakirin. DÎB'ê, bibîrxist ku di rapora Venedikê de hatiye diyarkirin ku bi guhertina Qanûna Bingehîn Tirkiye ber bi pergala yek zilamî ve diçe û Tirkiye derbasî rejîma otoriter dibe. DÎB'ê anî ziman ku di rapore de hatiye destnîşankirin ku êdî dê Tirkiye bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê (KHK) yan bi rêve biçe û kengî bixwaze dê OHAL'ê dirêj bike û xwest rapora Komîsyona Venedike li ber çavan bigire.
DÎB'ê xwest qanûna bingehîn di şertên azad û di nava pîvanên demokratîk feraseta pir alî de bê avakirin û pêkanînên OHAL'ê bi lezgîn ji holê rabin.