Xebatkarên Şaredariya Hawêlê hatin binçavkirin

SÊRT - Li navçeya Hawêlê ya Sêrtê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, li dijî xebatkarên şaredariyê operasyon hat lidarxistin. Di operasyona li dijî xebatkaren şaredariyê de 7 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Hawêlê ya Sêrtê piştî qeyûm hat tayînkirin, li dijî karkerên şaredariyê operasyon pêk hat. Yekîneyên polîsan serê sibê hem wext bi ser malên xebatkarên şaredariyê de girt. Polîsan, di serdegirtina malan de lêgerin kirin û 7 xebatkarên şaredariyê binçavkirin. Polîsan Midûrê Karê Fenê Adil Gulumser, Midûrê Karê Nivîsê Yilmaz Ozger, personelên şaredariyê Vezir Emeç, Savaş Bozkur, Enver Gumuşten, Cesim Karasu û Sebahattin Yildizata hat binçavkirin.
7 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin midûriyeta polîsan a Hawêlê.

Hevşaredarên Hawêlê yên DBP’î Selva Erdogan û Ali Aydin hatibûn binçavkirin û girtin. Li şûna wan Qeymeqamê Hawêlê Mehmet Kocabey wekî qeyûm hatibû tayînkirin.