ŞENGAL - Li gorî agahiyên herêmê hat diyarkirin ku komên girêdayî PDK'ê yên çekdar, ji bendava Musilê komên nû tînin herêma Xanesorê.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê hat diyar kirin ku komên girêdayî PDK'ê yên çekdar, ji bendava Musilê komên nû tînin herêma Xanesorê. Çavkaniyan diyar kirin ku komên PDK'ê ku li aliyê Musila kevin li bendava Musilê hatine bicîhkirin, ji herêmê hatine derxistin û ber bi Xanesorê ve hatine şandin.
Çavkaniyan destnîşan kirin, ku tê plankirin ev komên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin, li ser sînorê Rojava û Şengalê bêne bicîhkirin û rêya Rojava bigirin. Komên PDK'ê hêzên nû li xeta bajarokê Rabîa bicîh kirine û komên nû şandine korîdora Şengal-Rojava.