Rêya Reqqa û Dêra Zorê li DAÎŞ'ê hat qutkirin

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de qut kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA), hat diyar kirin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de bi temamî kontrol kirin û bi vê yekê Dêra Zor ji Reqqayê qut bû. Fermandariya Xezeba Firatê duh bi daxuyaniyeke nivîskî dewamkirina Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê dabû. Li wê herêmê pêşveçûyîna şervanan dewam dike.