DERSIM - Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu ji bo şopandina doza Hevşaredarê Dersimê Mehmet Alî Bul ê ji peywir hatibû girtin çû edliyeyê û li vir hate binçavkirin. Piştî Onlu îfade da hat berdan.
Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu yê ku der barê wî de biryara "bi zorê anînê" hebû dayîn, ji bo şopandina doza Hevşaredarê Dersimê Mehmet Alî Bul ê ji peywir hatibû girtin çû edliyeyê, Onlu, piştî ku ji edliyeyê derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Polîsan ji bo ku îfade bide Onlu birin Serokatiya Dadgeha Cezaya Giran. Onlu, piştî li Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê îfade da hat berdan.