WAN- Li navçeya Qelqeliyê êrîşa hêzêr girêdayî PDK'ê ya li dijî Şengalê hat şermezarkirin.
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê Rêxistinên HDP û DBP'ê bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşa li dijî Şengalê ya ku ji aliyê hêzên girêdayî PDK'ê ve hatiye kirin hat şermezarkirin. Daxuyanî li avahiya HDP'ê hat dayîn û rêveberên DBP, HDP, endamên meclîsa şaredariyê, endamên TJA û gelek kes beşdar bûn.
'BARZANÎ WEKÎ RÊVEBEREKÎ AKP'Î TEVDIGERE'
Hevserokê HDP'ê yê Qelqeliyê Recep Ceylanci bal kişand êrîşa ku piştî serdana Barzanî ya Tirkiyeyê pêk hatiye û wiha berdewam kir: "Barzanî xwe wekî rayedarekî AKP'ê dibîne. Dema ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir Barzanî çima hêzên xwe ji Şengalê paşve kişand û gelê Şengalê tenê hişt? Çima tirsiyan? Çima reviyan? Îro jî jin û ciwanên ku Şengal ji destê DAIŞ'ê parastin wan qebûl nakin. Wekî dijminan berê xwe dayîna hêzên Şengalê nerast e. Gelê kurd dê vê qebûl neke. Em pêşniyar dikin ku Barzanî bifikire û dev ji dijminatiyê berde."
Piştî daxuyaniyê rêveberan di çarçoveya xebatên referandumê de çûn serdana esnafan.
Li esnafan broşur hate belavkirin.