DERSIM - 2'emîn rûniştina doza Hevşaredarê Dersimê Mehmet Ali Bul, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersime hat ditin. Bul, dîsa nehat berdan.
Hevşaredarê Dersimê Mehmet Ali Bul ê hat girtin û piştre ji peywirê hat dûrxistin, derket pêşberî dadgehê. 2'emîn rûniştina doza Hevşaredar Bûl, li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê hat dîtin. Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu û xizmên Hevşaredar Bûl amade bûn. Bul, parastin kir û îdîayên der barê xwe de red kir û berdana xwe xwest. Parêzeran jî şahidiya kesên nepen red kir. Heyeta dadgehê jî daxwazên Bul û parêzeran red kir û biryara berdewama Bûl da. Heyetê doz taloqî 22'ê Adarê kir.