ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 20'emîn de ye, girtiyan bi payama ku şandin banga bihistiyariyê li raya giştî kirin.
Li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku ji bo bi dawîkirina binpêkirinên mafan û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin kete roja 20'emîn. Girtiyan bi peyama ku şandin ve sedema çalakiya xwe vegotin.
Di peyama girtiyan de wiha hat gotin:
"Me di 15'ê Sibatê de wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dest bi greva birçîbûna ya bêdor û bêdorveger da destpêkirin. 8 girtiyên xort û 5 girtiyên jin ji bo tecrîda di dema OHAL'ê zêdetir bû bî dawî bibe û vegera pêvajoya çareserî û muzakereyê çêbe me dest bi grevê kir. Gav bi gav girtîgehên din jî dest bi çalakiyan dikin. Di pêvajoya dawî de bi OHAL û KHK'an ve li girtîgehan pêkanînên ku ketin dewreyê nayên qebûlkirin. Em banga bihistiyariyê li raya giştî dikin. Girtiyên PKK û PAJK'ê."