Starta Newrozê roja pêncşemê tê dayîn

AMED - KCD, HDK, TJA, HDP û DBP dê roja pêncşemê bi civîna çapemeniyê ve starta pîrozbahiyên Newrozê ya bi şîara "Em ê teqez bi ser kevin" dê bê pîrozkirin bidin.

Newroz îsal dê bi şîara "Em ê teqez bi ser kevin" bê pîrozkirin. Ji bo agirê Newrozê ku dê cara 2 hezar û 629'emên bê vexistin li Tirkiye û bajarên herêmê barname hatin zelalkirin. Li Amedê de 9'ê Adarê roja pêncşemê bi civîna çapemeniyê starta Newrozê bê dayîn. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgena Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) dê bi civîna çapemeniyê bi aşkerakirina bernemaya pîrozbahiyê peyamên girîng bidin.

DÊ LI 33 NAVENDAN PÎROZBAHÎ BÊ LIDARXISTIN

Komîteya Amadekar a Newrozê dê ji bo pîrozbahiya li Parka Newrozê serî li walîtiyê bide. Hate hînbûn ku di civîna çapemeniyê de Berdevkê HDP'ê Osman baydemîr, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Wekîla Hevserokên Giştî yê DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, berdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît têkîldarî geşedanên siyasî peyamên girîng bidin. Di çarçoveya bernemaya Komîteya Amedakar a Newrozê de Newroz dê di navbera 17-21'ê Adarê de li 33 navendan cuda bê pîrozkirin.

MÎTÎNGA YEKEMÎN LI NISÊBÎNÊ YE

Starta pîrozbahiyên îsal dê li Nisêbînê di 17'ê Adarê de bê dayîn. Pîrozbahî dê di 21'ê Adarê de li Amed û Wanê bi dawî bibe.